Kombenda Efrîn a Civakî banga rawestandina cezayên rejîmaTirk ên li dijî ciwanên Kurd kir

Kombenda Efrîn a Civakî bang li rêxistinên hiqûqî yên xwecihî û navneteweyî kir ku komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ceza bikin û sûcên wan ên li dijî kurdan li herêmên dagirkirî rawestînin.

Kombenda Efrîn a Civakî banga rawestandina cezayên rejîmaTirk ên li dijî ciwanên Kurd kir
3 tebax, 2022   17:55
QAMIŞLO

Kombenda Efrîn a Civakî ji bo şermezarkirina biryara dadgeha cezayan a îtîlafa sûrî ya cezayê darvekirinê li ser ciwanê Kurd ê  bi navê Hisên Yusif Hisên, li pêşiya nivîsgeha xwe ya li Qamişloyê, daxuyanî da. Endama Kombendê Xunav Osman daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 27-7-2022`yan dadgeha cezayan a îtîlafa sûrî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li gelek welatiyên Kurd ên ji navçeya Şiyê ku li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê dimînin, bi tawana danûstandina wan bi Rêveberiya Xweser re gelek ceza birîn.

Dadgehê li ciwanê Kurd ê bi navê Hisên Mistefa Yusif Hisên  (20) bi tawana pêkanîna erkê xweparastinê ji bo Rêveberiya Xweser û berxwedana li hember destwerdana dewleta Tirk a li ser Efrînê, cezayê înfazê birî. Tê zanîn ku ciwanê Kurd ji mala xwe ya li taxa Mehmûdiye di dîroka 28-4-2021`an de hatibû revandin. Ji vir diyar dibe ku dema Efrîn hat dagirkirin, Hisên hîna zarok bû û ev yek destnîşan dike ku ceza nerewa ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Em vê yekê şermezar dikin û bang li hemû saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku bilez vê binpêkirinê rawestînin beriya ku ciwanê Kurd înfazê û cezayên din ên li dijî welatiyên din jî hatine girtin rawestînin.

Em bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên xwecih û navneteweyî dikin ku biryarên ne adil û bêbingeh ên komên çeteyan li welatiyên Kurd birîne rawestînin. Ji ber bêdengiya we li hember vê sûcê û binpêkirinên komên çeteyan ên li dijî kurdan li herêmên dagirkirî, derfetê dide wan ku vê siyasetê berdewam bikin.”

(şx)

ANHA