Hewl didin pîrozî û cewherê êzidiyatiyê derb bikin- Sîpan SILO

Hewl didin pîrozî û cewherê êzidiyatiyê derb bikin- Sîpan SILO
4 tebax, 2022   01:28

Êzidiyan her dem bawerî û ola xwe ji hemleyên qirkirina çandî û leşkerî yên li djiî wan pêk hatine, parastine. Lê belê dijminên civaka êzidî û yên hewl didin êzidiyan qir bikin, bi kuştinê têr nebûn, lê belê ji berê ve û heta niha hewl didin koka Êzdiyatiyê derb bikin û koka Kurdan biqelînin.

Saetên piştî şeva 3`ê Tebaxa 2014`an ji bîra dîroka êzidiyan naçe, ku her di nava xwe de çîrokên fermanên li wan rabûne, qeyd kirine.

Ji bo civakeke kevnare 73 ferman ne hêsan in, ku di dirêjahiya dîrokê de bi milyonan qurbanî dan, bi hezaran kes hatin revandin û winda bûn. Ev giştî bi armanca qirkirinê pêk hatine, ku plana qirkirinê heta roja me ya îro tê.

Her kes dizane bê ka di 2014`an de çi bû, kê li ber xwe da, kî reviya, kê îxanet kir û bi sed hezaran êzidî di nava pençên hêzên tarî (DAIŞ) de hiştin yên ku li Şengalê heta pitikên di malzarokên dayikên xwe de kuştin.

Ji ber ku di ser “fermana dawîn” wekî ku êzidî bi nav dikin re, 8 sal derbas bûn, xuya ye ku êdî ji niha û pê ve dê nehêlin ku ew komkujiyên li dijî wana dubare bibin, dê rê nedin ku wek berê kes dest li karê wan werde.

Şengal navenda ola êzidiyatiyê ye û xezîneya parastina çanda kurdî ya resen e. Ji beriya bi sedan salan ve êrişên li dijî gelê wê dubare bûn û komkujiya Tebaxa 2014`an bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk hatî, di birêxistinkirina gelê êzidî, xurtkirina yekitiya wan de guhertineke dîrokî çêkir, nexasim piştî parçebûna ku ji ber siyasetên PDK`ê û hikumeta Fedral a Iraqê di nav wan de çêbûye, ew hêzên ku her tim herêm di nava kaosê de hiştibûn.

Şengalî ji gelek mafên xwe yên sivîl, siyasî û heta olî pêbar man. Lê tiştê ku em dikarin piştî 2014`an amaje pê bikin, ew e ku êzidiyan ferq kir ku divê xwedî hêz bin da ku parastina xwe bikin û xwe birêxistin bikin. Ji lew re, gava ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîşa Êzidxanê ji bo êzidiyan guhertinên dîrokî bûn.

Ruxmî destkeftiyên ku êzidiyan piştî “fermana dawîn” bi dest xistine, hewldanên qirkirinê ranewestiyan. Dijminên êzidiyan niha jî hewl didin hêzên parastinê yên êzidiyan, rêxistinbûn û çanda wan qir bikin û ola êzidiyatiyê ji hundir ve derbe bikin.

Em li vir qala êrişên leşkerî yên artêşa Iraqê û hêzên PDK`ê nakin, yên ku bi saya hêzên leşkerî yên êzidiyan hatine têkbirin. Ne jî em ê qala êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov û balafirên şer bikin, ku fermandarên berz ên civaka êzidî hedef girtin, ew kesên ku beriya û piştî fermana 2014`an di birêxistinkirina civaka êzidî li Şengalê de xwedî roleke mezin bûn.

Lê belê, em ê qala hewldana qirkirina çanda êzidiyan, hedefgirtina cewherê êzidiyatiyê û hewldana drexistina fitneyê di nava civaka êzidî ya Şengalê de, bikin.

Di ola êziyatiyê de, Bavê Şêx û Mîr xwedî pîroziyek mezin in û di aliyê ruhî de cihekî wan ê li cem êzidiyan heye.

Di dema êrişa li ser Şengalê de, wekîlê Îmarata Êzidiyan û Mîrê êzidiyan ê niha Hazim Tehsîn Bek û Al Şeşo “Qamis Wehîd Şeşo” ku berê alîgirên Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan bûn, ji wan kesan bûn ku piştî fermana 2014`an bûn heyranê PDK`ê û berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê xwe re girtin.

Wefata Mîr Tehsîn Bek û Şêx Xurto Îsamîl “Bavê Şêx” di sala 2020`an de, derfet da PDK`ê ku altirnatîfê bibîne û mîrekî nû û Bavê Şêx`ekî nû hilbijêre da ku civaka êzidî bêhtir parçe bike. Ji bo wê yekê, PDK, Qasim û Heyder Şeşo ji aliyekî ve û Hazim Tehsîn Bek û Elî Bavê Şêx (Bavê Şêx ê nû) ji aliyekî din ve, kirin dijberên hev.

Eger em bala xwe bidin qonaxa piştî îmzekirina peymana dualî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ya 9`ê Cotmeha 2020`an, em ê bibînin ku pêwîstî dîtin ku civaka êzidî ji hev bixin û li girîngtirîn navendên wan ên olî (Îmaratê û Bavê Şêx) derbe bikin, da ku lêvegereke yekbûyî û pîroz a êzidiyan nemîne, pê re dikarin bi hêsanî wan bixin bin kontrola xwe. Her wiha dê ola êzidiyatiyê ji navaroka wê ya olî û çandî vala bikin û hemû urf û adetên olî yên resene binpê bikin, pê re kesên alîgirên xwe li ser wan serwer bikin û Meclisa Ruhî ya Êzidiyan pîroziya xwe ji dest bide.

Em li merasima îlankirina Bavê Şêx Xurto Îsmaîl ê di Havîna 1995`an de li Laleşê wefat kiriye binerin, em ê bibînin ku tenê endamên Meclisa Ruhî, Mîrê wê demê û hin oldarên êzidiyan amade bûbûn. Girseya mezin a alîgirên PDK`ê û dezgehên ragihandinê yên li Laleşê km bûn û buyer veguhestin, niyetên PDK`ê piştrast dikirin.

Heta serkêş û şêxên çiyayê Şengalê di wê merasimê de ne amade bûn. Bi wê lîstokê, PDK`ê xwest têkiliyên di navbera êzidiyên çiyayê Şengalê û herêmên Şêxan û Baidirî yên nêzî Perestgeha Laleşê xira bike.

MEZARÊ ŞEREFEDÎN HATÎ DESTESERKIRIN…QASIM Û HEYDER ŞEŞO

Piştî bi hezaran êzidiyan xwe bi rêya çiyayên Şengalê xilas kirin, 18 mêrên bi çekên sivîk li hember DAIŞ’ê sekinîn û parastina Perestgeha Şerefedîn kirin. Ew perestgeh piştî Perestegeha Laleşê duyemîn perestgeha pîroz a êzidiyan e. Ruxmî êrişên dubare yên DAIŞ’ê li dijî perestgehê bi çekên giran û guleyên hawanan, lê mêrên êzidî nehiştin DAIŞ’ê mîna bi dehan perestegehên li Şengalê, nêzî wê bibin û wêran bikin.

Qasim Şeşo û biraziyê wî Heyder Şeşo yên ku di roja yekemîn a fermanê de derketine, perestgeh bi rêve dibirin. Her duyan diyar kir ku hêzên PDK’ê Şengal berdan û yên parastina Şengalê dikir hêzên gerîla û dilxwazên Şengalê bûn. Lê belê bi lez helwest û axaftina wan berovajî axaftina wan a dema dema cara yekê derketibûn ser ekranê Ronahî TV, derket.

Qasim Şeşo di dîmenekî xwe de wiha gotibû: "Heta roja fermanê ez berpirsê şaxê 17’an a partiyê bûm. Lê îro berpirsên rêxistinê û leşkerî hemû reviyan. Şengal careke din nakeve destê wan bêexlaq û qirêjan. Di navbera 8 hezar heta 10 hezar pêşmerge li Şengalê bûn. Her kes dizane kê rê ji sivîlan re vekir, em bi taybet spasiyên xwe pêşkêşî PKK’ê dikin.

Heyder Şeşo jî dûre, bi taybet di Cotmeha 2015’an de got: "Ne ji mafê ti alî ye ku banga derketina PKK’ê ji Şengalê bike. Hêzên PKK’ê li Şengalê şerê DAIŞ’ê kir û hîna jî şehîdan didin.”

Lê belê tiştê piştre bûye, Heyder û Qasim ji her kesî zêdetir êrişî PKK’ê û Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin û di destê PDK’ê de bûn lîstok. Şeşo di qeydeke xwe de got, ew mehane 60 hezar dolarî ji PDK’ê digire.

Dema amadekariyên damezrandina Meclisa Damezrîner a Rêveberiya Xweser a Şengalê dihatin kirin, Şeşo li ser kenala Rûdawê got: “Em nahêlin tu kes mecliseke êzidiyan ava bike. Yê parastina Şengalê kiriye Mesûd Barzanî bû.”

Ji wê demê ve, Şeşo tevî gelek ciwanên êzidî yên ku PDK’ê di bin navê "Hêzên Pêşmergeyên Şengalê" de ber bi xwe ve kişandine li Perestgeha Şerefedîn in û bêyî ku pîroziya wî cihî li cem êzidiyan di ber çavan re bigirin, veguherandine baregeheke leşkerî.

Êdî Şeşo bi “Fermandarê Pêşmergeyên Şengalê” tê nasîn.

Bi gotineke eşkere, êdî Perestgeha Şerefedîn di bin kontrola alîgirên PDK’ê de ye û hewl didin pîroziya perestgehê hedef bigirin.

Kurt û kurmancî; qirkirina li dijî êzidiyan berdewam e û komplogerên li dijî civaka êzidî bi hemû rê û rêbazan hewl didin cewherê ola êzidiyatiyê hedef bigirin û pîroziya wê winda bikin. Ev qirkirina çandî û olî ya li dijî civaka êzidî ye, ku êzidî li hember wê li ber xwe didin.

ANHA