Amrî dê bi navê Çarçoveya Hemahengî bi Sedr re hevdîtinê pêk bîne

Çarçoveya Hemahengî Serokê Hevpeymaniya Fatih Hadî Amirî ji bo hevdîtina li gel Tevgera Sedr û hêzên din erkdar kir.

Amrî dê bi navê Çarçoveya Hemahengî bi Sedr re hevdîtinê pêk bîne
3 tebax, 2022   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Rusiyatode ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Çarçoveya Hemahengî, Çarçoveya Hemahengî Serokê Hevpeymaniya Fatih Hadî Amirî bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û lihevkirina ji bo qonaxa siyasî ya bê ya Iraqê, ji bo hevdîtina li gel Tevgera Sedr û hêzên din erkdar kiriye.

Hate ragihand ku tê payîn di rojên pêş de Hadî Amirî dest bi hevdîtina li gel Tevgera Sedr a ji bo nîrxandina rewşa siyasî û pirsgirêkên hene bike.

Di 1’ê Tebaxê de Hadî Amirî bi peyamekê daxwaz ji Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemehengî kir ku bi hev re bi rêya gotubêjkirina pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

Di heman rojê de Salih Mihemed Iraqî ku weke Wezîrê Sedr tê naskirin, bersiva Hadî Amirî da û ragihand ku bi sê mercan ji bo danûstandinên li gel Amirî amade ne. Yek ji wan vekişîna Amirî ji Çarçoveya Hemahengî û şermezaririna qeyda dengê Nurî Malikî yê hatî parvekirin bû.