Êzidiyan ji bo tola fermanê banga yekgirtinê kir

Di merasîma salvegera 8`an a fermanê de banga yekgirtinê hat kirin, da ku êrişên dijmin were şikandin û xweseriya Şengalê were avakirin.

Êzidiyan ji bo tola fermanê banga yekgirtinê kir
3 tebax, 2022   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku çalakiyên danê sibehê ya rawestandina jiyanê û av belavkirinê, saet di 17:00’an de jî meşeke girseyî li dijî fermana 3’yê Tebaxê hate lidarxistin. Meş ji çerxerêya Yermukê destpê kir û heta pêşiya avahiya Meclîsa Şengalê berdewam kir.

Ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê piştî meşê merasîm bi diruşma ‘Avakirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê hesab xwestina fermana ye’ li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê destpê kir.

Merasîm bi peyam û axaftin berdewam kir. Axaftina yekem a bernameyê ji aliyê Oldarên Êzidiyan bi navê Bedel Îdo ve hate kirin.

Bedel di despêke axaftina xwe de spasiya civaka Êzidî kir û wiha got: “Em gelek spasiya civaka xwe dikin ew pişta kafiran şikandin, tawise melek alîkariya wan bike. Xwedê şehîdan bi rehmîne. Em Êzidî zaroken xwe keç û jinên xwe fêrê çeka bikin daku bikaribin parastina xwe bikin. Sipasiya hezen YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê dikim ku ew 8 salê Şengalê diparezin. Ez hêvî li civaka Êzidî dikim ku em bi hevra destê dijmin bişkînin.”

‘Em hesab ji dijminên xwe bixwazin’

Li ser navê Reveberiya Xweseriya Şengal jî Heso İbrahim axivî û got xayînên di nav civake me de ne nikarin ser civakê me biaxivîn û wiha dewam kir: “Em spasiya we dikin ku îro hun li vir amedebûn. Xizmeta her kesî ji me qebûle û em spasiya wan dikin. Em di şexsa Ş.Salih zaroka ku li Sinune şehîd bû û Ş. Îbrahim Derweş de bi giştî şehîdan bibîr tînin. Em silaven xwe ji Şengalê heta Îmraliyê dişînin. Rêber Apo roja fermanê şervanên xwe ji me re şand. Her wiha em silava xwe gerîlayên azadiyê dişînin ji ber ku roja fermanê bi hawara xelke me hatin. Nabe ku mirov dijminên xwe şermazer bike ew ferman li ser me anîn, divê em hesab ji wan bixwazin. Ger îro henek xayin di nav me de ne weki Ş.Zerdeşt gotiye ew ne Êzidî ne, ew nikarin ser civake me biaxivin. Ger ser navê gelê me yek biaxive ew jî YBŞ û YJŞ ne. Ji bo ku roja fermanê xwîna xwe rijandin ew bûn. Zaroka Êzidiyan Asayişa Êzîdxaneye ew parastina Şengalê dikin. Henek din dibejin Şengal ne arame, lê Şengal ji Bexda aramtire. Em dibejin em şopdarê şehîdan bin û zû ne dereng em hesab ji wan dijminên xwe bipirsin. Serê malbatên me ya şehîdan saxbe.”

‘Em dev jî berxwedaniya xwe nadin’

Her wiha li ser navê Desteya Eşayirî jî Nayif Şemo axivî. Nayif di axaftina xwe de bang li yekbûnê kir û wiha pêde çû: “Ji bo ferman dubare nebe deste xwe bidin deste hev. Dilxwazê yek bin, xêrxwazê yek bin. Ezidî pewiste serê xwe bide lê sira xwe nede. Bila em li ber dinê xwe werin kuştin. Me gelek ezîz dan û emê hîn jî bidin. Bila dijmin baş bizanibe heta yek Êzidî jî bimîne em dev ji doza xwe bernadin. Di nav civaka me de bi hezara Zerdeşt, Zekî, Mervan û Berivan heye. Em sersaxî hemû malbatan dixwazin. Em ji bîr nekin ku em deyndarê PKK’ê ne. Kesek xwedî li Şengalê derneket ji bilî PKK’ê. Em spasiya xelke Başurê Kurdistanê jî dikin ji bo ku roja fermanê deriyên xwe ji me re vekirin.”

‘Heza parastinê xort bikin’

Ser navê Tevgera Azadiya Jinên Azadiyê jî Daye Kinê axivî û banga bihêz kirina rexistina Êzidiyan kir û wiha domand: “Em wek TAJÊ hemû şehîdên fermanan bibîr tinîn em bejna xwe li ber wan ditawînin. Em tola şehîd û keç û jinên ku niha li sukan de ten firotin hilînin. Em tû car cangoriyên xwe ji bîr nakin. Em ji xwe re nekin kesek ji me re nake. Em pewiste tola keç û jinên xwe rakin. Sed ferman hate ser me lê wê demî PKK li vir nînbu. Dijmin hebûna PKK ji xwe re dike hincet. Ew dixwazin ola me tune bikin. Em soz didin ku ji vê doze venagerin. Pewiste em roja fermanê ji bîr nekin. Em li pey doza Ş.Mervan, Ş. Mam Zekî, Ş. Berivan bin. Em bang li gel dikin rexistina xwe û zanabuna xwe xort bikin. Heza xwe ya parastine xort bikin.”

‘Emê li hember dagirkeran liber xwe bidin’

Yek ji fermandariya YBŞ’ê Qehtan Elî di axaftina xwe ya merasîmê de soza xwedî derketina civaka Êzidî û axa Şengalê da û wiha dewam kir: “Em hemû şehîdên fermanê bibîr tînin û bi taybet em şehîdên tevgera Apociyan bibîr tînin. Em silavên germ ji Şengalê di serî de ji bo Serok Apo û fermandarên PKK’ê re dişînin. Sala 2014’an di bin hîmaye ya PDK’ê de ferman li ser me rakirin. Ji bilî PKK kesek bi hawara me re nehat. Sala 2022’an saleke dijwar be, ji ber ku hevpeyvîna Lozanê xilas dibe. Pêwîste gelê me vê salê bi hêz ser xwe bisekine û bibe tifaq. Em pêwîste ji erîşên dijwar re amadebin. Em wek YBŞ soz didin ku ji bo parastina vê gele hêr amadebin û emê her amadebin. Em li hemberê dagirkeran li berxwe bidin û gelê xwe biparezin. Em wek zarokên Êzidî ji bo berxwedaniya gerîlayên azadiyê amadene canê xwe bidin.”

Bername piştî axaftinan bi dawî bû.