Li Reqa û Dêrazorê şehîdên fermana Şengalê hatin bibîranîn

Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Reqa û Dêrazorê, sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî êzidiyên Şengalê pêk anîbûn, şermezar kir û êrişên dagirkeriya Tirk wek berdewamiya wê komkujiyê bi nav kir.

Li Reqa û Dêrazorê şehîdên fermana Şengalê hatin bibîranîn
3 tebax, 2022   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zanûbiya yên Reqa û Dêrazorê bi daxuyaniyên cuda, komkujiya çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzidî ya Şengalê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Li Reqayê, bi dehan endamên nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya li pêşiya yarîgeha li  naverasta Reqayê kom bûn û daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya, Dua Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên fermana 3'yê Tebaxê hatin bibîranîn û ev ferman wekî ya herî hov di dîroka civaka Êzidî hate binavkirin.

/ar/uploads/files/2022/08/03/135733_00324.00_00_00_00.still001.webp

Her wiha hate gotin: "Di vê fermanê de bi hezaran jin, zarok û kesên bi temen bûn qurban. Delîlê vê yekê hatina wan a li bajarê Reqayê yê Sûriyê ye. Bi taybet li vî cihî li Stada Eswed ku dîwarê wê şahidê sûcên DAIŞ'ê yên îşkencekirin, qetilkirin, destdirêjî û firotina jinên Êzidî li bazaran e."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku peymana Hewlêr-Bexda a ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatiye îmzekirin jî berdewamiya qirkirina civaka Êzidî ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gerîlayên azadiyê hate kirin û hate diyarkirin ku gerîlayan bi rihê berxwedana nûjen, fikirê demokratîk û biratiya gelan ji bo rizgarkirina bi sedhezaran Êzidî ji mirinê fedekariyên mezin dan.

Kombûna Jinan a Zenûbya di daxuyaniya xwe de komkujiyên li dijî êzidiyan û revandina jinan şermezar kir, her wiha êriş û kiryarên dagirkeriya Tirk ên hedefgirtina jinên pêşeng ên fermandar bi balafirên bêmirov, şermezar kir.

Her wiha hate diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî berpirsên qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê ne, ji ber ku van qirkirinan nas nake û sûcdaran muhasebe nakin. Her wiha hate gotin ''Ev bêdengiya li hember qirkirin û kiryarên dermirovî dihêle dagirkeriya Tirk bêhtir komkijiyan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê pêk bîne.”

Li Dêrazorê, bi dehan jin û endamên Saziyên Sivîl û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li pêşiya avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê daxuyanî da

Daxuyanî ji aliyê endama Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hesna Ebdullah ve hat xwendin.

Hesna Ebdullah got: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li dijî êzidiyan pêk anî û ev dîrok wek dîroka qirkirina jinên Êzidî tê zanîn. Bi hezaran Êzidî li pêş çavê cîhanê û civaka navneteweyî hatin qetilkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û tevgerên jinan û hêzên demokratîk hat kirin ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk ku berdewamiya komkujiya Şengalê ne, helwesteke cidî bigirin.

 (mh)

ANHA