Li Kampa Holê xendeqên veşartî yên şaneyên DAIŞ'ê hatin dîtin

Li Kampa Holê xendeqên veşartî yên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatin dîtin û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin rûxandin.

Li Kampa Holê xendeqên veşartî yên şaneyên DAIŞ'ê hatin dîtin
3 tebax, 2022   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan li Kampa Holê xendeq dîtin ku çeteyên şaneyên DAIŞ'ê xwe tê de vedişartin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên ewlekariyê girtin ser xendeqan û bi temamî hilweşandin. Her wiha hate ragihandin ku tu kes di wan xendeqan de tune bûn.

ANHA