Di teqîna Şirnaxê de 2 leşker birîndar bûn

Hate diyarkirin ku piştî teqîna li depoya cebilxaneya Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê pêk hatî, du leşker birîndar bûne.

Di teqîna Şirnaxê de 2 leşker birîndar bûn
3 tebax, 2022   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê di saetên nîvro de li ser hev 3 teqîn pêk hatin. Ji ber teqînê ji fermandariyê dû rabû. Hate hînbûn ku ji ber parçeyên cebilxaneyê yên li derdorê belav bûne şewat derketiye.

WALITIYA ŞIRNEXÊ DAXUYANÎ DA

Walitiya Şirnexê di daxuyaniya xwe ya têkildarî teqînê de îdia kir ku ji ber bê baldariya leşkerekê teqîn pêk hatiye û eşkere kir ku ji ber teqînê 2 leşker birîndar bûne