Li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker li Reqayê çalakiya konvedanê dest pê kir

Saziya Olî ya Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Kongreya Îslama Demokratîk çalakiya konvedanê li dar xist. Beşdarên çalakiyê, pêwîstiya hevgirtinê û sekna li hember êrişan destnîşan kir.

Li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker li Reqayê çalakiya konvedanê dest pê kir
Li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker li Reqayê çalakiya konvedanê dest pê kir
Li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker li Reqayê çalakiya konvedanê dest pê kir
Li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker li Reqayê çalakiya konvedanê dest pê kir
Li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker li Reqayê çalakiya konvedanê dest pê kir
Li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker li Reqayê çalakiya konvedanê dest pê kir
3 tebax, 2022   13:45
REQA

Saziya Olî ya Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Kongreya Îslama Demokratîk çalakiya konvedanê li qada Navenda Çandê ya başûrê çerxerêya Saa li dar xist.

Di çalakiyê de, şêx Ehmed El-Arûnî bi navê Meclisa Olî ya herêma Firatê axivî û behsa timayên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê kir.

El-Arûnî wiha domand: “Ev ax bi xwîna ciwanên hemû pêkhateyên herêmê rizgar bû. Em bi hêsanî dev jê bernadin. Me ew rizgar kir û em ê wê biparêzin.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqa endamê rêveber ê meclisê Ehmed El-Hemûd jî axivî û diyar kir ku gelên herêmê bi vê axê girêdayî ne û ji bo rê li pêşiya dagirkeran bigirin çi pêwîst e dê pêşkêş bikin. El-Hemûd bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

Her wiha di çalakiyê de endamê têkiliyên leşkerî ya Reqa şêx Hisên El-Bircus axivî û daxuyand ku êlên Reqayê bi hêzên li eniyên şer re ne ji bo êrişên li dijî herêmê rawestînin.

El-Bircus wiha pê de çû: “Em ê li ser sonda xwe bin ku me ji bo parastina vê axê, gelê wê û projeya Rêveberiya Xweser daye ku biratiya gelan û jiyana hevbeş ji xwe re kiriye bingeh.”

Di çalakiyê de şêx Ebid Seîd El-Ferec axivî û got: “Em nikarin bêjin ku Tirkiye cîran e. Ji ber cîran ax û namûsa cîranê xwe diparêze ne berovajî wê dike mîna ku Tirkiyê niha dike. Ew gelê me û ciwanên me bi hemû cureyên çekan dikuje da ku timayên xwe pêk bîne.”

Serokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê, Ebdurehman El-Ehmed got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk deriyên xwe ji sûriyan re vekirin û ew pêşwazî kirin. Lê armanca wê ne mirovî bû, lê belê ji vê yekê dixwestin armancên siyasî û leşkerî pêk bîne da ku fişarê li dewletên Ewropayê bike ji bo pereyan li ser hesabê gelê Sûriyê ji wan bibe. Di dawiyê de jî sûrî kirin çete û li gorî berjewendiyên xwe wan dişîne her derê. Niha jî dixwaze wan li dijî sûriyan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne.”

El-Ehmed îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji van fîtneyan, kuştinê û koçberkirina li ser sînorên Sûriyê û avakirina mêtîngehan, armanc dike herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û guhertina demografiyê pêk bîne mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye.

Piştî bidawîbûna axafitnan, oldarên Reqayê sirûdên olî vegotin.

Şêniyên Reqa û saziyên wê serdana konê çalakiyê dikin. Tê payîn ku çalakî heta sibe bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA