Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê: Tirkiye komeke din a çeteyan ber bi Yemenê ve dişîne

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker komeke din a çeteyên xwe amade dike da ku wan ber bi Yemenê ve bişîne ku li kêleka Artêşa Niştimanî ya Yemenê şer bike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê: Tirkiye komeke din a çeteyan ber bi Yemenê ve dişîne
3 tebax, 2022   13:27
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xweçehî yên ji Efrînê ragihand ku çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk dest bi tomarkirina navên çeteyên ku dê ber bi Yemenê ve werin şandin, kir.  

Rêxistinê her wiha daxuyand ku beriya çete tev li şer bibin, li Îmaratê perwerdeyan dibînin û piştre wan dişînin şer.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir ku 800 çeteyên Cebhe El-Şamiyê ku navenda wan li kêleka Çerxerêya El-Qeban a li Efrînê ye hatin şandin, her wiha amdekariya şandina komeke din a çeteyên Hemzat ku Seyf Ebû Bekir serkêşiya wê dike, tê kirin.

Li gorî rêxistinê li ser rûpela xwe ya Facebookê parve kiriye, her çeteyê ku diçe şer 2 hezar û 700 dolarî werdigire û ger hate kuştin jî ew ê malbatên wan 60 hezar dolar werbigire

Rêxistinê diyar kir ku ji ber pereyan didin rê li pêşiya serçeteyên koman vedikin ku navên çeteyên nû li hemberî peran qebûl bikin.

(eh)

ANHA