Li Şirnexê di baregeheke leşkerî de 3 teqîn pêk hatin

Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê 3 teqîn li pey hev pêk hatin.

Li Şirnexê di baregeheke leşkerî de 3 teqîn pêk hatin
3 tebax, 2022   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê li pey hev 3 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînan dûman ji tugayê bilind bû. Nehat zanîn bê ka ev teqîn ji ber çi çê bûne.

Piştî teqînê li herêmê liv û tevgera leşkerî dest pê kir.

Têkildarî teqînê heya niha tu daxuyanî nehatine dayîn.