Li Iraqê Kazimî û Amrî ji ber aloziya siyasî civiyan

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê Hevbendiya El-Fetih Hadî Amrî li hev civiyan û geşedanên siyasî yên dawîn û dîtina rêbazên bidawîkirina aloziya heyî nîqaş kirin.

Li Iraqê Kazimî û Amrî ji ber aloziya siyasî civiyan
3 tebax, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedir li ber Parlamentoya Iraqê dewam dikin, serokwezîrê Iraqê Kazimî û Amirî li ser krîza heyî civiyan.

Krîza di navbera Tevgera Sedr ya di bin serokatiya Muqteda Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê ya di bin serokatiya Nurî Malikî de hîna berdewam e.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û yek ji Rêveberên Çarçoveya Hemahengî Hadî Amirî li Bexdayê li ser çareserkirina krîza li Iraqê civiyan.

Li ser hevdîtinê hîna ti agahî nehatiye belavkirin.