Ji bo bîranîna Fermana 73’an pêşangehek hate vekirin

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî li navçeya Ehdas a Şehbayê pêşangehek ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3`yê Texaba 2014`an vekir.

Ji bo bîranîna Fermana 73’an pêşangehek hate vekirin
Ji bo bîranîna Fermana 73’an pêşangehek hate vekirin
Ji bo bîranîna Fermana 73’an pêşangehek hate vekirin
Ji bo bîranîna Fermana 73’an pêşangehek hate vekirin
Ji bo bîranîna Fermana 73’an pêşangehek hate vekirin
Ji bo bîranîna Fermana 73’an pêşangehek hate vekirin
3 tebax, 2022   12:53
ŞEHBA

Ji bo bîranîna şehîdên fermanê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî li hola navçeya Ehdas a di kantona Şehbayê pêşangeheke wêneyan vekir.

Bi dehan şênî, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê di pêşangehê de amade bûn.

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan Ayşe Sîdo di pêşangehê de axivî: "Em şehîdên Fermana 73`an bi bîr tînin û dibêjin ku em ê tola wan ji dijmin hilînin.”

Her wiha li ser navê Yekitiya Jinên Êzidî Sûad Hiso jî axivî û bal kişand ser destdirêjî, firotin û hovitiya li dijî jinan.

Endamê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Silêman Cafer jî destnîşan kir ku gef û êrişên dagirkeriyê berdewama Fermana 73`an e û got: “Dewlet û dijminên qirker dixwezin çanda Kurdan têk bibin û qir bikin, ji ber ku çanda Kurdan herî zêde li gel êzidiyan hatiye parastin.”

Piştî axaftinan bi kurdî, erebî û îngilîzî daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku bi Rêveberiya Xweser nas bikin û li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk rawestin.

(rs)

ANHA