Rojnameyên erebî: Nîşaneyên çareserkirina aloziya siyasî ya Iraqê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa aloziya siyasî ya li Iraqê, rewşa Tûnisê û agirbesta li Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Nîşaneyên çareserkirina aloziya siyasî ya Iraqê
3 tebax, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DERKETINA ALÎGIRÊN SEDR JI AVAHIYA PARLAMENTOYA IRAQÊ PÊŞIYA DIYALOGÊ VEDIKE’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Çavkaniyên siyasî yên iraqî got banga Tevgera Sedr ji alîgirên xwe re ku avahiya parlamentoya Iraqê vala bikin û xwepêşandanên xwe li derveyî parlamentoyê bikin, rê li pêşiya diyaloga siyasî ya bi Çarçoveya Hemahengiyê re vedike û welatiyên iraqî ji bandora nakokiyên mezhebî û tayîfî dûr dike.

Çavkaniyan da zanîn ku banga Sedr a valakirina avahiya parlamentoyê gava destpêkê ya ber bi çareserkirina aloziya siyasî bi rêya diyalogê ye ku pêwîst e li hember wê hevrikên wî yên siyasî jî gavekê biavêjin.

Çavdêr pêşbîn dikin ku her du alî diyaloga siyasî pêk bînin, lê belê encamên wê hîna ne mîsoger in û girêdayî aliyê ku dê diyalogê bi rê ve bibe û hêza, duristî û bandora wê ye.

Sêşemê, Tevgera Sedr bang kiribû ku avahiya parlamentoya Iraqê bê valakirin û xwepêşandan li derve bên kirin. Bangewaziyên ji bo diyalogê û çareserkirina aloziyê jî kêm nabin.”

‘XWENDEVANÊN BÊKAR LI PÊŞ KOŞKA SEROKATIYA TÛNISÊ DÊ XWEPÊŞANDANÊ BIKIN’

Der barê rewşa Tûnisê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Komeleya kesên ji zanîngehan der çûne lê bê kar in, biryar da ku sibê (pêncşem) li pêş koşka serokatiyê ya li Qertacê xwepêşdanê bikin û bang bikin ku kesên xwendina bilind qedandiye û ji zû de bê kar in, ji wan re derfetên kar peyda bikin.

Komeleyê duh bi daxuyaniyekê bang kir ku cidî nêzî pêşniyarên kesên bêkar bibin û dosyaya bawernameyên zanîngehan ên sexte vekin.

Komeleyê her wiha hikumet rexne kir ku dosyaya xwendevanên bêkar paşguh dike û cidî nêzî pêşniyarên komeleyê yên ji bo çareseriyê nabe, tevî ku pêşniyarên rasyonal in.”

‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ AGIRBESTA LI YEMENÊ DIRÊJ KIR’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Yemenê wiha nivîsî: "Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Hans Grundberg di daxuyaniyekê de got: “Her du aliyan (hikumetê û koma Hûsî) li hev kir ku agirbestê bi heman şertan ji 2'yê Tebaxa 2022'yan heta 2'yê Cotmeha 2022'an dirêj bikin.

Grundberg wiha dewam kir: “Ev dirêjkirina agirbestê di nava xwe de pabendbûna alîyan bi zêdekirina dan û standinan ji bo gihiştina lihevkirineke berfireh a agirbestê di zûtirîn demê de, dihewîne.”

 

Grundberg anî ziman ku pêşniyara agirbesta berfireh "dê rê bide lihevkirinekê li ser mekanîzmayeke bi bandor ji bo dayîna mûçeyên karmendên xizmetên sivîl û teqawitên sivîl bi awayekî bi rêk û pêk, vekirina rêyên li Teizê û parêzgehên din û meşandina rêwîtiyên zêdetir ji Balafirgeha Senayê û ber bi wê ve, dabînkirina sotemeniyê û rêkûpêkiya derbasbûna wê bi rêya benderên Hudeydê.”

Her wiha got ku rêkeftina berfirehkirî dê her wiha derfetê bide dan û standinên agirbesteke berfireh û li ser mijarên mirovî û aborî û dê zemînê ji berdewamkirina xebatên siyasî yên bi serkêşiya yemeniyan û bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî ji bo gihîştina aştiyek mayînde.

Roja sêşemê agirbesta di navbera hikumeta Yemenê û koma Hûsî de ku di 2'yê Nîsanê de ketibû meriyetê, bi dawî bû. Di peymanê de destûrdayîna firînên bazirganî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Senaa, ku ji sala 2016'an vir ve tenê ji bo firînên alîkariyê vekirî ye, hebû."