Çalakiyên bi banga girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker didomin

Li Reqa, Heleb û Kobanê bi çalakiyên cûda banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Çalakiyên bi banga girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker didomin
Çalakiyên bi banga girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker didomin
2 tebax, 2022   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk dagirker û bangên girtina qada hewayî ya herêmê li ber balafirên wê dewam dikin.

REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li ber Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef a li başûrê bajar kom bûn. Tê de alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa "Na ji bêdengiya navneteweyî re, em daxwaza girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin" hatibûn hildan.

Xwepêşandan ji Meydana El-Itfaiyê dest pê kir û xwepêşanderan diruşmeyên bang girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk û şermezarkirina êrişên wê berz kirin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got: " Qonaxa ku Sûriye û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, qonaxeke hestiyar û krîtîk e. Ji me sûriyan tê xwestin ku di vê qonaxê de em erkên xwe li hember welatê xwe bi cih bînin."

El-Mihbaş bi domdarî got: "Me sala 11'an a aloziyê derbas kir û gelê me li Sûriyê û derveyî Sûriyê encam û bandorên nerênî yên vê qeyranê dikşînin, ji ber ku hin aliyan di helwestên xwe de li hember berjewendiya bilind û li pêşberî daxwazên gel ên azadî, demokrasî û edaleta civakî disekinin. Vê yekê jî rê li ber daxwazên welatên herêmê yên ji bo pêkanîna ajanda û berjewendiyên xwe yên bi guman li Sûriyê vekir."

Ebid Hamid El-Mihbaş di dewam axaftina xwe îşaret pê kir ku rejîma Tirk bi pêşengiya AKP û bi rêya serokê wê Recep Tayyîp Erdogan ev zêdetirî 2 meh in bi hincetên bê bingeh gefên  dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, armanca wê ew e ku ev herêm ji bo DAIŞ'ê û  Hurras El-Dîn û Ehrar El-Şerqiye re bibin stargeheke ewle.

El-Mihbaş her wiha got: "Erdogan carinan jî bicihkirina penaberên sûrî dike hincet, bi vî rengî peymanên navneteweyî yên ku di sala 2019'an de ji aliyê welatên garantor ve hatine îmzekirin bin pê dike. Yasa û qanûnên navneteweyî garantiya vegera penaberan li warê wan ên ku bi zorê jê hatine derxistin, dikin, ne herêmên ku Erdogan û rejîma wî li gor dilê xwe ji wan re hildibijêrin. Armanc ji vê yekê ew e ku qada dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike, ji sînorê Tirkiyê yê başûr, jii Lîwa  Îskenderon heta Dêrikê dagir bike. Planeke mezintir a dagirkeriya Tirkiyê heye ew jî vegerandina Mîsaqî Millî ya 1920'an e ku Helebê, Reqa, Dêrazorê û bakurê Iraqê, ji Mûsilê dest pê dike heta Kerkûkê û Bakurê Sûriyê û Bakurê Iraqê bi dewleta Tirk ve girêdide. "

El-Mihbaş her wiha got: "Di vî warî de em ji Împaratoriya Osmanî ya bi serokatiya Erdogan dibêjin; Hûn, alavên we û çeteyên we yên kirêgirtî yên ku nasname û ola xwe li vî welatî ji bîr kirine bi ser nakevin, balafir û dronên we me natirsînin, girse û topên we me natirsînin Di vê derbarê de ezmûneke me ya kûr heye, em xwedî maf in, em ê bi hemû îrade û hêza xwe li ber xwe bidin û axa Sûriyê biparêzin."

Ebdulmehbaş di dawiya axaftina xwe de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker kir.

HELEB

Saziyên Civaka Sivîl têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan, tê de bi dehan endamên yekitiyên girêdayî Saziyên Civaka Sivîl amade bûn.

Endamê Saziyên Civaka Sivîl Kamîran Reşîd li pêş navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku civîna Tehranê ya di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de hemwextî salvegera 10`emîn a Şoreşa Rojava re pêk hat û hat gotin: “Piştî civîna Tehranê dewleta Tirk fermandarên YPJ`ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bi balafirên bêrmirov hedef girtin. Di heman demê de dewleta Tirk rojane sivîlan dike hedefa êrişên xwe.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, mirovî û hiqûqî û hemû aliyên têkildarî dosyaya Sûriyê hat kirin ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Sûriyê, piştgiriyê bidin wan.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di şerê hebûnê de serkeftin tekûz e û gotina dawîn a gelan e.

KOBANÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê jî têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne ku herî dawî li nêzî Kampa Til Semin a li Eyn Îsayê erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girtibû, daxuyaniyeke hevpar da.

Daxuyanî li Qada Azadî ya Kobanê ji aliyê hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê ve hat xwendin.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin ku sûcên li dijî sivîlan û hêzên parastinê, gefê li aramî û îstiqrara herêmê dixwe, nexasim li gel şert û mercên mirovî yên dijwar ku gelê Sûriyê bi giştî tê re derbas dibe.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ev êriş û kiryarên dijminane yên Tirkiyê, hemwextî bêdengiya dezgehên çapemeniyê û bêdengiya aliyên navneteweyî pêk tê. Berdewamkirina van destdirêjiyan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku bi dehan sivîl bibin qurbanî û zirarên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan.

Gefên dewleta Tirk a faşîst ên dagirkirina bajarên Kobanê, Minbic û Til Rifet û êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek û tankan li dijî herêmê, sûcên dermirovî ne ku divê li ser hesab jê bê xwestin.

Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku yekser destwerdanê bikin, gef û hedefgirtinên ku binpêkirina qanûna navneteweyî, rêzgeh û peymanan e, rawestînin.”

ANHA