​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
2 tebax, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Rêzan Sarica û Newroz Uysal ên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in piştî 8 salan herî dawîn di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribû. 3 sal in hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan tê qedexekirin.