Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Dendeh Zexîre yê ku 30’ê Tîrmehê  dema erka xwe bi cih dianî li herêma Tirawaziyê ya kantona Girê Spî şehîd bû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Şedadê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre li Şedadê hat veşartin
2 tebax, 2022   13:58
HESEKÊ

Bi sedan şêniyan cenazeyê şehîd Dendeh Zexîre ji pêşiya avahiya Meclisa Malbata Şehîdan a Hesekê wergirt û bi karwaneke girseyî berê xwe da goristna şehîdan a navçeya Şedadê.

Li goristanê şervanên QSD’ê toraneke leşkerî li dar xist, dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr Nezal axivî û sersaxiya malbata şehîd xwest.

Ebîr Nezal wiha got: "Em fedekarî û rola pêşeng a şehîdan a di pêkanîna aştiyê de ji bîr nakin û em ê armancên şehîdan pêk bînin."

Ji fermandarên li eniya Tirwaziyê , Kazim Hesekê wiha got: "Di serî de em sersaxiyê ji hêzên xwe yên QSD’ê re dixwazin ku lehengek li eniyên şer li hember dagirkeriya Tirk da û sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin."

Kazim Hesekê wiha dawî li gotina xwe anî: "Em îro bi xeteriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re rû bi rû ne, ji lew re divê hemû pêkhate û eşîr hevgirtî bin, da ku pêşî li vê xeteriyê bigirin. Divê em bi hemû hêza xwe bixebitin da ku her bihosteke xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Merheleya em tê re derbas dibin xeter e û em ê bi yek destî vê xaka pîroz; xaka şehîdan biparêzin."

Li dawiyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ela Selûm wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd bi diruşm û tilîliyên dayikan hate veşartin

(fr)

ANHA