Rêveberiya Xweser: Divê hesab ji berpirsên Komkujiya Şengalê bê pirsîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji berpirsên Komkujiya Şengalê kir û got bêrêzgirtina li hember vîna şêniyên Şengalê dê wan bi komkujiyên din re rû bi rû bihêle.

Rêveberiya Xweser: Divê hesab ji berpirsên Komkujiya Şengalê bê pirsîn
2 tebax, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 8`emîn a Fermana 3`yê Tebaxê ya li dijî Êzidiyên Şengalê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û got divê bi hezaran welatiyên li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatine qetilkirin wek qurbaniyên komkujiyê bên dîtin ku rola dewleta Tirk di wê yekê de a mezin e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “3’yê Tebaxê salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê ye ku çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de, bi piştgiriya dewleta Tirk û bi armanca qirkirina êzidiyan, di berdewama sîstematîk a qirkirina dîrokî ya li dijî wan de, pêk anî. Di encamê de zêdetir ji 5 hezar welatî şehîd bûn, hejmara gorên komî yên ku heta niha nehatine eşkerekirin gihiştiye 83 goran, herwiha zêdetir ji 6 hezar û 417 revandiyên êzidiyan, û hîn gorên komî yên cihên nediyar hene.

‏Li gorî êş, azaran û qonaxa damezrandina Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û metirsiyên li ser wê; gelê me di wê karesatê de erkê xwe yê mirovî, exlaqî û niştimanî li hember êzidiyan bi cih anî, ji ber ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin “YPG-YPJ” korîdora mirovî vekir ku bû sedema rizgarkirina bi hezaran êzidiyan, û derketina wan ji devera Şengalê hat ewlekirin. Ji bo rê li ber zilm û neheqiya çeteyên DAIŞ'ê bigire.

‏Komkujiya ku di sedsala 21’ê de li Şengalê qewimî komkujiyeke mezin e, ji bilî komkujiyên bi vî rengî yên li ser gelê me li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û tiştên ku li Kobanê bi destên DAIŞ’ê hatin kirin. Her wiha dewleta Tirk heta îro gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmê û aramiya wê dixwin. Li kêlek wê jî bi balafirên bêmirov welatî û herêmên me tên hedefgirtin û heta vê kêliyê dewleta Tirk li ser van sûcan nehatiye darizandin.

‏Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di dema bibîranîna şehîdên Komkujiya Şengalê de, bang li gelê xwe dikin ku roja 3’yê Tebaxê saet di 10’ê sibehê de, ji bo giyanê şehîdan 5 deqeyan rêz bê girtin.

‏Her wiha em tekez dikin ku divê berpirsyarên vê sûcê hovane bên dîtin û em tekez dikin ku serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê di 23’ê Adara 2019’an de li bajarokê Baxoz li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşekî sereke yê tolhildanê ji bo jiyana qurbaniyên ku di destê DAIŞê de şehîd bûne.

‏Her wiha em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî dikin ku tiştên li Şengalê qewimîn weke “jenosîd” bihesibînin û hemû çeteyên ku di qirkirina gelê me yê êzidî de cih girtine ku di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne bên darizandin.

‏Em dibînin ku di van demên dawî de hin tevgerên biguman ên li derdora Şengalê û hewldana danîna ajandayên derve û komploya li dijî civata êzidî dê bibe berdewama komkujiya 2014’an û komkujî û karesatên din ên ku êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî wan hatine.

‏Ji ber vê yekê em daxwaza rêzgirtina li nirx û îradeya civaka êzidî ya li Şengalê û parastina nasnameya wê û dîroka wê ya çandî ya kevnar dikin, her wiha em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku rêxistinbûn û parastina cewherî baştirîn rêbaza pêşîlêgirtina komkujiyên li dijî Şengalê û êzidiyan e.

Di dawiyê de em dibêjin divê rêz ji vîn û biryara êzidiyan re were girtin û di vê çarçoveyê de destekê bidin wan. Her wiha bi hezaran welatiyên bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine qetilkirin weke qirkirina komî ku rola dewleta Tirk ku tê de sereke bû bê dîtin, her wiha nehiştina şengalî ku xwe birêxistin bikin, dê bibe destpêka komkujiyeke nû mîna hemû komkujiyên berê yên di dîrokê de."