Rêveberiya Xweser spasiya parlamenterên fransî kir

Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber banga wan a girtina qada hewayî ya herêmê û piştgirîdayîna welatiyên herêmê li hember êrişên muhtemel ên dagirkeriya Tirk, spasiya endamên Parlamentoya Fransayê kir.

Rêveberiya Xweser spasiya parlamenterên fransî kir
2 tebax, 2022   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sêşemê, Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de bang li hemû parlamenterên cîhanê, xwediyên biryarê, rêxistinên navneteweyî û xebatkarên qada mirovî hat kirin ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin, da ku pêşî li her êrîşeke dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Sûriyê bigirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev tişt hatin gotin:

"Ji kesî nayê veşartin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şert û mercên giran ên mirovî û jiyanî de ye. Ev jî encama ambargoya li ser herêmê, girtina deriyên mirovî û hedefgirtina rasterast a welatiyên sivîl, navendên xizmetguzariyê, rê, nexweşxane û stasyonên kehrebeyê û avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye. Ku di êrîşên xwe de cûrbecûr çekên navîn û giran û dronan bi kar tîne ku kombûnên ewle yên mirovî dikin armanc, tirs û xofê di dilê zarok, kal û pîr û jinan de çêdikin. Gefên dewleta Tirk a dagirker a ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dikin.

Ji ber ku ev operasyon, eger pêk were, dê bi xwe re karesateke mirovî bîne û bibe sedema pêlên koçberiyê û guhertina demografîk û dê bandorê li ser erd û xelkê bike. Cîhan êdî xeteriya rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên êrîşa muhtemel a li ser van herêman fêm dike. Vê yekê hişt ku endamên Parlamentoya Fransayê li kêleka weşatiyên sivîl ên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û her êrîşeke hovane li ser van deveran red bikin. Wan peyameke mirovahî ji cîhanê re şand ku ew li kêleka Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin.

Ji ber vê yekê em wekî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser vî esasî em ji dil spasiya endamên Parlamentoya Fransayê dikin û spasiya hewldan û rawestana wan a mezin a li kêleka welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên nêzîk û gengaz ên Tirkiyê, dikin. Her wiha em bang li hemû parlamenterên cîhanê, biryarder, saziyên navneteweyî û xebatkarên qada yên mirovî dikin ku ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker li kêleka şêniyên van herêman bin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û bi taybet welatên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku ji bo girtina qada hewayî li firokeyên bêmirov ên Tirkiyê bixebitin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye 102 parlementerên fransî roja şemiyê (30'ê Tîrmehê) gotarek ku li ser malpera rojnameya Fransî “Le Journal du Dimanche” hatiye weşandin, îmze kirin û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafiran kirin. Her wiha bang kirin ku Kurdên Sûriyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bên parastin.