Li taxa Şêxmeqsûd belgefîlma şehîd Nûjiyan Erhan hate pêşandan

Tevgera Kevana Zêrîn bi hevkariya Şîrketa Nûjiyan a Derhêneriyê li ser jiyana şehîd û rojnamevan Nûjiyan Erhan, belgefîlmek amade kir.

Li taxa Şêxmeqsûd belgefîlma şehîd Nûjiyan Erhan hate pêşandan
1 tebax, 2022   12:50
HELEB-ARIF SILÊMAN

Belgefîlm li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûd hate pêşandan û hol bi wêneyên şehîd Nûjiyan hate xemilandin.

Endamên saziyên sivîl, meclis, komîn û endamên Tevgera Kevana Zêrîn tev li çalakiyê bûn.

Beriya filim were pêşandan, derhêra belgefîlmê Jînda Esmen li ser jiyana şehîd Nûjiyan û têkoşîna wê li çiyayên Kurdistanê, axivî. Der barê armanca belgefîlmê de Jînda anî ziman ku 2019`an bi beşdariya Ferîde Zade û Zinarîn Zinar dest bi derhêneriya belgefîlmê kirin û 2021`ê bi dawî bû. Li ser vê spasiya gelê Şengalê û Rojava û Mexmûrê kir ku di amadekirina vî belgefîlmê de destek da wan.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan dema êrişên li navçeya Xanesorê ya Şengalê dişopand ji hêla PDK`ê ve hate şehîdxistin.

Piştre belgefîlmê ku saetekê û 14 deqeyan dirêj kir, hate pêşandan.

Beşdaran dûvre sloganên "Şehîd namirin" berz kirin.

Tê payîn ku Tevgera Kevana Zêrîn bi hevkariya Şîrketa Nûjiyan du rojan vê belgefîlmê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşan bidin.

(eh)

ANHA