Gerîla dîsa lêda: 15 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê got: "Hêzên me yên ku li rojavayê Zapê û li qadên Metînayê bi ruhê fedaî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin, di encama çalakiyan de 15 dagirker ceza kirin." her wiha HPG'ê diyar kir ku gerîla Serhed Zîlan jî şehîd bû.

Gerîla dîsa lêda: 15 leşkerên Tirk hatin cezakirin
1 tebax, 2022   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê van rojên dawî ev agahî parve kir:

"Hêzên me ku bi berxwedaneke dîrokî derba mezin li dagirkeran dixin û dikin ku dagirker nikaribin xwe bilivînin, çalakiyên xwe yên bi bandor dewam dikin. Di van çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin kirin, hêzên me taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî serketî bi cih tînin. Hêzên me yên ku li rojavayê Zapê û li qadên Metînayê bi ruhê fedaî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin, di encama çalakiyan de 15 dagirker ceza kirin. Hevrêyê me Serhed Zîlan ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya herêma Metînayê derbên giran li dagirkeran xist û birîndar bû, gihîşt asta şehadetê.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 36 caran jî bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi obus û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00-13:00`an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tîmên me yên bi tevger, dagirkerên li qadê xistin bin kontrola xwe û lê dan. Di çalakiyên li vê qadê de ku bi çekên ferdî û sûîqestê hatin kirin, herî kêm 8 dagirker hatin cezakirin.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Bi pêşengiya hevrêyê me Serhed Zîlan saet di 17:30'î de hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi ser dijmin ve çûn û 4 dagirkerên din ceza kirin û çûn ser cenazeyên dagirkeran. Di vî şerê giran de hevrêyê me Serhed ku pêşengî ji çalakiyê re kir û bi rengekî fedaî bi ser dijmin ve çû û derbên giran lê xist, bi giranî birîndar bû. Li gel destwerdana lê hate kirin jî fermandarê me yê fedaî û milîtanê leheng ê Rêber Apo hevrêyê me Serhed Zîlan tevlî nava lehengên nemir bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Serhed ê şehîd bû wiha ne:           

Nasnav: Serhed Zîlan

Nav paşnav: Şehriyar Kudekistanî

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Gulistan-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tîrmeha 2022 / Metîna

Hevrêyê me bi lehengî şer kir û bû milîtanekî mînak ê xeta fedaîtiyê. Di serî de malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ruhê fedaî yê hevrêyên xwe ji xwe re bikin mînak û têkoşîna xwe bi ser bixînin.”