Di navbera Kosova û Sirbistanê de alozî heye

Medyaya Rûsyayê got hêzên li Kosovayê rêya diçe Sirbistanê girtine. Li herêmên bakurê Kosovayê yên welatiyên sirbî lê bi cih dibin jî, sîren hatin bihîstin. Şandeya navneteweyî ya bi sponseriya NATO`yê jî ragihand ku eger gef li ewlehiya bakurê welêt bê xwarin, ew ê destwerdanê bike.

Di navbera Kosova û Sirbistanê de alozî heye
1 tebax, 2022   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa “Sputnîk” a Rûsyayê ragihand ku êvara yekşemê li herêmên bakurê Kosova ku welatiyên sirbî lê bi cih dibin, sîren hatine bihîstin û welatiyan li ser rêyên hin herêman bend danîne.

Polîsên Kosovayê jî gotin ku li hin cihan yekîneyên polîsan hatine hedefgirtin, lê tiştek bi wan nehatiye.

Wezareta Sirbistanê jî ragihand ku hêzên wan heta niha bi tu awayî xeta di navbera Sirbistan û Kosovayê de derbas nekirine.

Li gorî kenala “RTS” a Sirbistanê, ji ber biryara qedexekirina tabloyên erebyan û belgeyên şexsî yên sirbî welatiyên sirbî yên li herêmên bakurê Kosovayê li ser rêyên sereke yên herêmê xwepêşandanan li dar dixin.

Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic jî wiha xîtabî welatiyan kir: “Di nîvê şeva 1`ê Tebaxê de polîsên Kosovayê dê li bakurê herêmê operasyonê bide destpêkirin û dê hatinê li welatiyên ku belgeyên şexsî yên girêdayî komara Sirbistanê bi xwe radikirin, qedexe bike.”

Şandeya navneteweyî ya bi sponseriya NATO`yê li Kosovayê ragihand ku eger gef li bakurê welêt bê xwarin, ew amade ne destwerdanê bikin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî bang li DYA û YE`yê ku piştevanên Kosovayê ne, kir ku provokasyonan rawestînin û rêzê li mafên welatiyên sirbî yên li Kosovayê bigirin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Parastinê ya Sirbistanê “daxuyaniyên li ser belavkirina artêşa xwe li Kosova û Metohija û şerê bi polîsên Kosovayê re” red kirin û bang kir ku agahiyên derew neyên belavkirin.

Sala 2008`an Kosovayê bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ji Sirbistanê ragihandibû.

Sirbistan, Kosovayê wekî dewleteke serbixwe nas nake û hîna jî îdia dike ku ew kantoneke xwedî rêveberiyeke xweser e.

(cx)