Şasiwar Ebdulwahîd: Em ê dest bi xwepêşandanan bikin

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd ragihand ku ew ê roja 6’ê Tebaxê li seranserî bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê dest bi xwepêşandanan bikin. Her wiha banga tevlêbûna xwepêşandanê li welatiyan kir.

Şasiwar Ebdulwahîd: Em ê dest bi xwepêşandanan bikin
31 tîrmeh, 2022   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd peyamek bi dîmen weşand û got: “Êdî bes e ji qebûlkirina zilm, bê mafiya desthilatek ku di beramberî mafên seretayî yên welatiyan de bê xem e.”

Ebdulwahîd di peyama xwe de diyar kir ew ê roja 6’ê Tebaxê li tevayî bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên seranserî li dar bixin. Ji bo tevlêbûna xwepêşandanê jî bang li welatiyan kir.