Pêkhateyên Şehbayê: Şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ya sekna li hember dagirkeriya Tirk e

Pêkhateyên kantona Şehba gotin, hevgirtina wan a li gorî rêgeza biratiya gelan û şerê gel ê şoreşgerî, dê li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bendeke asê be.

Pêkhateyên Şehbayê: Şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ya sekna li hember dagirkeriya Tirk e
1 tebax, 2022   00:52
ŞEHBA- ELÎ GEDRO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê asta gef û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye, bi taybet herêmê Şehbayê ku bi hezaran şênî ji pêkhateyên cuda dihewîne, zêde kirin.

/kr/uploads/files/2022/07/31/194110_-.webp

Pêkhateyên Şehbayê diyar kirin ku şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ya sekna li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û planên wê ye.

/kr/uploads/files/2022/07/31/194341_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Elî ji pêkhateyê Turkman e diyar kir ku pêkhateyên cuda yên Şehbayê li ser rêgrêgezê biratiya gelan dijîn û got: ''Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hemûyan dike hedef. Ew armanc dike, qada dagirkeriya xwe firehtir bike û Mîsaqî Millî pêk bîne. Lê pêkhateyên herêmê tê gihiştine vê xeteriyê, ji ber wê hevgirtî ne û li hember dagirkeriyê bendeke asê ne.''

Welatiyê bi navê Diyar Berxwedan, Xirisiyan e destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê welatî û cihên olî dikin hede û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dagirkeriya Tirk li Efrînê dêrek û cihên din ên êzidiyan wêran kirin. Lê em xiristiyan dê bi pêkhateyên din re hevgirtî bin da ku êrişên li dijî herêmê bişikînin.”

Berxwedan îşaret pê kir ku delweta Tirk sûc û komkujiyan pêk tîne û herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriye mînaka vê yekê ne.

/kr/uploads/files/2022/07/31/194324_-.webp

Ebdulqadir Hemdo yê ji pêkhateya Ereb anî ziman ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê berdewam in û eger gefên xwe pêk bîne, dê xeteriyeke mezin li ser gelê herêmê çêbike.

Hemdo destnîşan kir ku erkê parastina Sûriye û sekna li hember êrişên dagirkeriya Tirk berpisyariya suriyan û hêzên hikumeta Şamê ye.

Hemdo di dawiya axaftina xwe de got:" Em weke pêkhateyên herêmê Şehba li gorî rêgezê şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin û li gorî biratiya gelan di nava projeya netewa demokratîk de dijîn. Ev rêya yekane û guncaw e a sekna li hember dagirkeriya Tirk e. "

(dm)

ANHA