Nasir Salim: Dewletên amûrên balafirên biçek difiroşin Tirkiyê di komkujiyan de hevkar in

Serokê Cîhazê Keşfê yê Misirê yê berê, lîwa Nasir Salim diyar kir ku dewletên ku amûr û pêdiviyên çêkirina balafirên bêmirov ên biçek difiroşin Tirkiyê, di komkujiyên Tirkiyê de ku pêk tîne, şirîk in.

Nasir Salim: Dewletên amûrên balafirên biçek difiroşin Tirkiyê di komkujiyan de hevkar in
1 tebax, 2022   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên biçek li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Der barê vê yekê de, serokê Cîhazê Keşfê yê Misirê yê berê, lîwa Nasir Salim behsa metirsiya bikaranîna balafirên bêmirov ên biçek ji aliyê Tirkiyê ve li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmê, kir.

BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN BIÇEK NAKEVIN BIN ÇAVDÊRIYA NAVNETEWEYÎ

Lîwa Salim wiha anî ziman: “Kiryarên qetilkirinê yên domdar ku Tirkiyê bi rêbazên cuda pêk tîne, di serî de balafirên bêmirov ên biçek e, ku ew jî tu carî nakevin bin çavdêrî û qanûnên navneteweyî. Pirsgirêk di dewleta Tirk de ye ne di çekan de ye.”

Lîwa Salim wiha domand: “Pirsgirêkeke rasteqîn heye; dewletên xwe di ser qanûnê re dibînin çekên qedexekirî bi kar tînin. Tirkiyê yek ji wan dewletan e. Mebesta me ji vê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, dewletên NATO, Îsraîl û dewletên din in. Ev dewlet çi dixwazin, dikin û li dijî wan tu qanûn an jî ceza ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve dernakeve. Tenê dema ku bi balafirên bê mirov ên bi çek li dijî wan êriş tên kirin a ku xeterî li ser civaka wan hebin, wê demê xeteriya vê teknelojiyeyê nas dikin ku di armancên aştiyane de tu sûda vê teknelojiyê tune ye, tenê ji bo armancên leşkerî de bi kar tînin."

Nasir Salim diyar kir ku hedefkirina erebeyekê li nêzî navçeya Kelarê ya Silêmaniyê bi kûrahiya 280 kîlometreyan di hundir xaka Iraqê de, binpêkirina serweriya Iraqê ye, li vir jî divê ev kiryar bi qanûnên navneteweyî werin vejandin da ku ev êriş rawestin.

Lîwa Salim her wiha destnîşan kir ku dewletên amûrên teknîkî yên balafirên bêmirov ên biçek difiroşin, di sûcên qetilkirinê de ku Tirkiyê pêk tîne de, hevkar in û wiha domand: “Dewletên mezin ên ku ji ber berjewendiyên xwe çav li kiryarên Tirkiyê digire, ew jî şirîk in.”

Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hertim bang li Amerîka û Rûsyayê dike ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê rawestînin lê ew bang bê bersiv dimînin.

Di 28’ê Hezîrana borî de, partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navvneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û Rûsya Federal kirin da ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin, lê ew bang jî bê bersiv ma.

(mh)

ANHA