​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-8-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-8-2022
31 tîrmeh, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê şehîdên meha Tîrmehê li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi bîr tînin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kombûna Jinan a Zenûbya li rojavayê Dêrazorê merasîma sersaxiyê ya şehîdan; Jiyan Tolhildan, Roj Xabû û Barîn Botan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Ehmed El-Meşan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik vedişêrin, saet di 17:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşên cuda yên civakê piştgirî da însiyatîfa partî û hêzên siyasî yên herêmê ya banga girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Serokê Cîhazê Keşfê yê Misirê yê berê, lîwa Nasir Salim diyar kir ku dewletên ku amûr û pêdiviyên çêkirina balafirên bêmirov ên biçek difiroşin Tirkiyê, di komkujiyên Tirkiyê de ku pêk tîne, şirîk in. (BI WÊNE)

0Pêkhateyên kantona Şehba diyar kirin hevgirtina wan li gorî rêgeza biratiya gelan û şerê gel ê şoreşgerî, dê li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bendeke asê be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Şengalê, li kêleka komkujiyan cihên pîroz ên êzidiyan jî kirin hedef û teqandin. Lê bi berxwedana gerîla û şervanan, tola komkujiya DAIŞ’ê hate hilandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Gelek nav li wê hatin kirin, wek afirînera serkeftinan, nimûneya pêşengiyê, parêzvana mafên jinan, stûna şoreşa jinan û şoreşgerek û şopdara rêya birayê xwe şehîd, ev kes şehîd Jiyan Tolhildan e, şehîda nemir ku dê di bîra gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zindî bimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

- Siyasetmedar Fîras Qesas destnîşan kir ku ji bilî guhertina demokratîk tu çareserî ji krîzên Rojhilata Navîn û doza kurdî re tune ne û got: ''Hêzên mezin ên cîhanê komployên xwe li dijî gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet zêdetir kirin, ev komplo nexasim di civînên Tehran û Madrîdê de nû bûn. Tevî nakokiyên di navbera wan hêzan de jî lê berjewendî di ser nirxan re digirin.''

ANHA