Bîlançoya 48 saetan a topbarana li ser Zirgan û Til Temirê

Ajansa me bîlançoya 48 saetên dawîn yên tobparana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeyê Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê, belge kir. Li gorî wê, 14 gundên welatiyan bi 107 topan hatin hedefgirtin, di encamê de 11 welatî birîndar bûn û zirarên mezin bi milkên welatiyan bûn.

Bîlançoya 48 saetan a topbarana li ser Zirgan û Til Temirê
31 tîrmeh, 2022   12:06
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, nexasim herêmên nêzî eniyên şer wekî navçeyên Til Temir û Zirganê yên li bakur rojavayê kantona Hesekê.

Piştî çend rojan ji topbarankirina Zirgan û Til Temir, careke din di du rojên derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her du navçe bi dijwarî tobparan kirin.

Nûçegihanê me ji Til Temirê li gorî çavkaniyên leşkerî ev agahî parve kirin: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 29`ê Tîrmehê bi çekên giran navçeya Zirganê topbaran kir û zêdetirî 17 topên hawan avêtin gundên Esediyê û Mişêrfê.

30`ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker 4 top avêtin gundê Esediyê. Di 48 saetên derbasbûyî de gundên navçeya Zirganê bi 21 topan hatine hedefgirtin.

Li gorî heman çavkanî, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de ziyanên mezin gihaştin mal û milkên şêniyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 30`ê Tîrmehê di saet 0 3:00`ê berbangê de ev gundên navçeya Til Temirê topbaran kirin:

*Gundê Til Şenan ê Asûran yê li bakur rojhilatê Til temirê, gundên Dirdara û Ebûş ên bakurê Til Temirê.

*Gundên Um Kêf, Exêbiş, Tewîla û Til Tewîl ê Asûran li rojavayê Til Temirê.

*Artêşa Tirk a dagirker li aliyê başûr rojava û li hember rêya M4 jî gundên Til Leben, Gozeliyê, Um El-Xêr û gundê Selmase topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, artêşa Tirk gundên navborî bi 86 topan hedef girtin, di enamê de 11 welatî birîndar bûn ku di nav de zarok û kesên temenmezin jî hebûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyên tibî wergirtine, navên kesên birîndar û temenên wan wiha ne:

Zaroka bi navê Leyla Omer Salih (4).

Cûrî Omer Salih (25).

Ehmed Mihemed El-Mihemed (60).

Omer Hisên Ziyab.

Nofa Elawî El-Elî (60).

Helwe Izo Ewad (63).

Newres Hemîd Enter (25).

Neîm Mihemed Ozo (30).

Sefa Ehmed Elî (25).

Macîde Xidir El-Bêbî (16) û birayê wê Hatim Xidir El-Bêbî (24).

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê hêzên garantor berpirsên êrişan destnîşan kiribûn. Her wiha diyar kiribû ku sedema berdewamkirina van êrişan bêdengiya navneteweyî û hêzên garantor ên li herêmê ye.

(eh)

ANHA