Rêxistina Sara banga lêpirsînkirina sûcên dewleta Tirk yên li dijî jinan kir

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li ser sûcên dewleta Tirk dest bi lêpirsînê bike.

Rêxistina Sara banga lêpirsînkirina sûcên dewleta Tirk yên li dijî jinan kir
31 tîrmeh, 2022   11:48
QAMIŞLO

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina jinên pêşeng ên şerê çeteyên DAIŞ’ê kirine, şermezar kir.

 Di hefteyekê de sê fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr) di 22’ê Tîrmehê de dema ji Foruma Şoreşa Jinan vedigeriyan li ser rêya Qamişlo hatin hedefgirtin. Her wiha di 28'ê Tîrmehê de, erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Eyn Îsayê hate hedefgirtin û di encamê de 4 endamên hêzên ewlekariyê (Beşar Mihemed Elî Bozan, Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa) şehîd bûn.

Têkildarî mijarê berdevka Rêxistina Sara, Arzo Temo bi amadebûna endamên civaka sivîl û rêxistinên jinan, li ber navenda rêxistinê ya li taxa Hilko ya li başûrê bajarê Qamişlo daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca qirkirina gelên wê yên ku baweriya xwe bi projeya demokratîk û jiyana hevbeş a aştiyane tînin û bi armanca jiholê rakirina dîroka wan, rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên.

Hedefgirtina jinên ku li dijî hêzên tarî yên (DAIŞ) destanên lehengiyê nivîsandin ji dewleta Tirk ve, her wiha hedefgirtina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ku beşdarî şerê li dijî terorê bûne û aramî û ewlekarî ji bo gelên herêmê pêk anîne û berdewamiya balafirên bêmirov li herêmê, sûcên dermirovî ne.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan lêpirsînê veke û dewleta Tirk muhasebe bike.

Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku berpirsyariya xwe ya rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi cih bîne.

ANHA