Leşkerên Tirk teqemenî bi kûçika ve dikin û dişînin tunelên şer

Li Zapê dîmenên ku leşkerên dagirker teqemenî û kamera bi kûçikekî ve datînin û dişînin tunelekê derketin holê.

Leşkerên Tirk teqemenî bi kûçika ve dikin û dişînin tunelên şer
31 tîrmeh, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ji 14’ê Nîsanê ve berdewam dikin.

Li gorî nûçeyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), li Zapê dîmenên ku leşkerên Tirk ên dagirker teqemenî û kamera bi kûçikekî ve datînin û dişînin tunela şer hat weşandin.

Artêşa Tirk a dagirker bêdengiya cîhanê û raya giştî bi kar anî û hemû cureyên çekên qedexekirî û di nav de çekên nukleerî yên taktîkî, bombeyên fosforê û amûrên şerê qirêj bi kar anîn ku di encamê de hejmareke gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîd bûn.

Her wiha rêbazên herî qirêj di dîroka mirovahiyê de bi kar anîn. Piştî ku leşkerên dagirker di ketina qad û tunelên şer de bi bin ketin, vêca kûçikan wekî amûrên şerê qirêj bi kar tîne.

Di dîmenên 9 deqîqeyî de leşkerek kamera û lembeyek bi serê kûçik ve datîne û teqmenî pê ve gire dide. Pişt re kûçik dibe ber tunelek şer û kûçik bi darê zorê dişîne tunelê.

Di heman tunelê de di dîmenek din ku hatiye girtin de tê dîtin ku kûçik di şerê qewimiye de hatiye kuştin.

Ev dîmenên hatine belavkirin, nîşan didin bê ka leşkerên Tirk li hember berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê çiqasî bê çare ne.

(cx)