Kongra Star hedefgirtina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kir

Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê hedefgirtina erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya Eyn Îsa-Reqayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û li hemberî êrişên ku yekitiya xaka Sûriyê dikin hedef, tekezî bi berxwedanê kir.

Kongra Star hedefgirtina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kir
31 tîrmeh, 2022   10:46
EYN ÎSA

Koordînasyona Kongra Star li navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna bi dehan jinên navçeyê û koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî daxuyaniyek da. Berdevka koordînasyonê Ayat Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em êrişa dewleta Tirk a di 28`ê Tîrmehê de li ser rêya Eyn Îsa-Reqa li dijî erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hatî û 4 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûne, şermezar dikin. “

Kongra Star, hêza garantor Rûsya wek berpirsa van êrişan hesiband û got: “Ew li hember berdewamkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatî û têkoşerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdeng e.”

Di daxuyaniyê de li dijî êrişên ku yekitiya xaka Sûriyê dike aramnc, soza berxwedanê hate dayîn.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk têkoşîna xwe mezin bikin û di oxira rizgarkirina herêmên dagirkirî de berdêlên giranbiha bidin.

(eh)

ANHA