Şêniyên Til Koçer li dijî sûcên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir

Şêniyên navçeya Til Koçer li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û tekez kirin ku ew ê li ser bingeha şerê gel ê şoreşger li hember dagirkeran bisekinin.

Şêniyên Til Koçer li dijî sûcên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
Şêniyên Til Koçer li dijî sûcên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
Şêniyên Til Koçer li dijî sûcên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
Şêniyên Til Koçer li dijî sûcên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
31 tîrmeh, 2022   10:38
QAMIŞLO

Ligel berdewamkirina bertekên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Til Koçer a kantona Qamişlo xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêr ji Dibistana Şewafe ya li bakur rojavayê navçeyê dest bi meşê kir û ber bi kolanên sereke yên naçveyê ve çûn. Di xwepêşandanê de sloganên li dijî dagirkeriya Tirk û yên pişteaniya hêzên leşkerî yên parastina herêmê dikin, hatin berzkirin.

Xwepêşandêr li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiyan, li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Mistefa Şiblî axivî û êrişên artêşa Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Şiblî her wiha destwerdanên dewleta Tirk a faşîst li herêmê û hedefgirtina welatî û fermandarên li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine, şermezar kir.

Şiblî bang li civata navneteweyî, sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Mistefa Şiblî her wiha tekez kir ku ew ê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bilind bikin.

Xwepêşandan bi sloganên banga qewitandina dagirkeriya Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi dawî bû.

(eh)

ANHA