Li Derayê kesek bi guleyên çekdarên nenas hat kuştin

Li bajarê Senemîn ê bakurê Derayê kesek bi guleyên çekdarên nenas hate kuştin.

Li Derayê kesek bi guleyên çekdarên nenas hat kuştin
31 tîrmeh, 2022   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas gule li kesekî ji bajarê Senemên ê gundewarê bakurê Derayê reşandin û kuşt.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka îsal li Derayê 319 bûyerên hedefgirtinê yên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 274 kes hatine kuştin.

Li gorî çavdêran, ev hejmara mezin a hedefgirtinan û bûyerên kuştinê rewşa ewlehiyê ya xirab li Derayê nîşan dide, her wiha binkeftin “lihevhatinên” ku hikumeta Şamê bi sponseriya Rûsyayê du caran (2018-2021) ji şêniyên herêmê re pêk anîne, diyar dike.

(eh)