Tabûra Şehîd Şiyar: Deh sal berxwedan û têkoşîn

Tabûra Şehîd Şiyar anku Tabûra 5`an çîroka berxwedana deh salan e ku lehengên wê welatiyên ji pêkhate û temenên cuda ne. Fermandarên tabûrê diyar kir ku endamên vê tabûrê çek rakir û li hember xeteriyên li ser herêmê û şêniyên wê bûn bendeke asê. Bi vî awayî yek ji girîntirîn wêneyên şerê gel ê şoreşgerî nîşan da.

Tabûra Şehîd Şiyar: Deh sal berxwedan û têkoşîn
31 tîrmeh, 2022   05:54
HESEKÊ

Li her bajarekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çîrokek û dîrokeke bi berxwedanê hatiye nivîsandin heye ku li hember êrişên li dijî herêmê hate nîşandan. Bi vî awayî navên wê bi zend û bendên şêniyên wê, veguherîn dîrokeke berxwedan û serkeftinê.

Ji wan bajaran, navçeya Til Temir a kantona Hesekê ye ku şêniyên wê veguherandin sembola berxwedanê ya li hember êrişên domdar. Tabûra 5`an anku Tabûra Şehîd Şiyar mînaka vê berxwedanê ye.

Bi berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re, Tabûra Şehîd Şiyar bi rêya piştgiriya hêzên leşkerî yên li eniyên şer dîsa vegeriya qadê.

Bi destpêka aloziya Sûriyê, êrişên komên çete yên li ser herêmê û hilweşandina saziyên ewlehî û leşkerî yên hikumeta Şamê Tabûra Şehîda Şiyar wekî komîteyên parastina herêmê hat avakirin.

Tabûr ji komeke sivîlên dildar pêk tê ku jiyana xwe ya asayî didomînin. Lê dema şer an ku êrişek pêk dihat, yekser xwe di nav hêzên parêzvanên herêmê de bi rêxistin dikir.

Ji damezrînerên tabûrê  ku heta niha çavdêriya rêxistinkirina wê dike, Îsa Receb got: “Ji hemû pêkhate û temenên cuda me xwe bi rêxistin kir da ku herêmê ji êrişên komên çeteyan biparêzin.”

Bi demê re komîteyên parastinê ji aliyê şêniyan ve bi pêş ketin û sala 2013`an tabûrek ava bû.

KÎ NE Û NAVÊ TABÛRÊ JI KU HAT?

Li gorî damezrînerên tabûrê, ji bo wefedariya bi endamê Komîteyên Gel Şiyar re ku di berxwedana li hember êrişên li dijî gundên navbera Til Temir û Serêkaniyê de sala 2013`an şehîd bûye, navê şehîd li tabûrê hate kirin.

Tabûr ji 100 welatiyên pêkhateyên navçeya Til Temirê pêk tê ku bi dildarî tev lê bûne. Temenên wan cuda ne û heta di nav wan de kesên 70 salî jî hene.

Li gorî fermandarê tabûrê yê 55 salî Mihemed Dawê, taybetmentiyeke tabûrê ew e ku piraniya endamên wê temenmezin in, di nav de yên herî biçûk 20 salî ne. Wan biryar da ku çek rakin û li hember êrişan bisekinin.

Tabûr li navçeyê bi navekî din tê naskirin; Tabûra 5`an. Ji ber endamên fermandariya tabûrê 5 kes in ku heta îro berpirsyariya fermandariyê wê hildane ser xwe û bi hêzên leşkerî re koordîne dikin.

TABÛRA 5`AN ÇÎROK Û DÎROKA ŞÊNIYÊN HERÊMEKÊ YE KU SALA 2015`AN NAVDA

Tabûrê, piştgiriya YPG û YPJ`ê kir bi rêya parastina gund û bajarokên navçeyê kir. Endamên wê li rex hêzên leşkerî li eniyên şer ên li dijî Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê belav bûn. Sala 2015`an tabûrê navda dema li rex hêzên leşkerî li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî navçeyê li ber xwe dan û ji bo parastina herêma xwe fedakarî kir.

Îsa Receb têkildarî mijarê got: “Heta îro em piştgiriya hêzên leşkerî dikin. Em ê piştgiriya xwe berdewam bikin da ku xewna şehîdan pêk bînin. Me cihê xwe di şerên berê de girt. Êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ`ê hebûn, lê endamên vê tabûrê rojekê teredud nebûn. Xîret li cem wan hebû. Îro jî gef û êriş li ser herêmên me hene ji aliyê kesên ku me berê şerê wan kirine. Ji ber ku dewleta Tirk sala 2014`an bi rêya çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêmên me kir.”

Tabûra 5`an soza berdewamkirina parastina herêmê û şêniyên wê û sekna li rex hêzên leşkerî da.

Îsa Receb di dawiyê de diyar ku şêniyên navçeyê dev ji axa xwe bernadin û got: “Bila dagirkeriya Tirk bizanibe ku gelê me ji moşekên wê natirse.Tevî topbaranê lê hîna li ser axa xwe ye. Dîrok careke din îsbat kir ku şêniyên Til Temirê berxwedêr in.”

Mihemed Dawê jî destnîşan kir ku temenê wî li pêşiya parastina herêmê û piştgiriya tabûrê hêzên leşkerî li eniyên şer, nabe asteng û got: “Çekê ku min di vî temenî de rakiriye, ji bo parastina destkeftiyên şehîdan e. Em amade ne li hember her êrişekê li dijî herêmê bisekinin. Em ê piştgiriya hêzên xwe yên li eniyên pêş bikin û berdêl çi be em dev ji axa xwe bernadin

(şx)

ANHA