Şahidê fermanê: Divê sûcdar li Laheyê werin dadgehkirin

DAIŞ’ê, ji bo ku berxwedana Sîba Şêx Xidirê bişikîne li gund sêdar danîn, bi doçkayan gund gulebaran kir. 4 gorên komî li gund hene û banga Sîbayê li cîhanê ev e; “Divê parlamentoya Iraqê jenosîdê qebûl bike û kesên ev qirkirin kiriye jî, li Laheyê werin dadgehkirin ku careke din êzidiyan û gelên din qir nekin.”

Şahidê fermanê: Divê sûcdar li Laheyê werin dadgehkirin
31 tîrmeh, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN - ÊZDÎN ŞENGALÎ

Fermana dawîn a li ser êzidiyan di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, lê nîşaneyên vê fermanê di 14’ê Tebaxa 2007’an de, bi komkujiya li Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê xuya kiribûn. Ev komkujî, wekî destpêka fermana dawîn bû û li Sîba Şêx Xidirê 2 wesayîtên bombebarkirî hatibûn teqandin.

Piştî 7 salan, dema DAIŞ’ê di 2014’an de êrişê Şengalê kir, yek ji gundên ku li hemberî DAIŞ’ê sekinî û li ber xwe da, Sîba Şêx Xidir bû. DAIŞ’ê ji bo berxwedanê bişikîne, li wê derê komkûjî pêk anî ku niha 4 gorên komî li derdora vî gundî hene.

Der heqê wê komkujiyê û berxwedana gelê Sîba Şêx Xidir de, şahîdê bûyerê Kemal Îsa ji ajansa me re axivî.

Kemal Îsa destnîşan kir ku dema DAIŞ’ê Telafer derbas kir, wan zanî ku dê werin Şengalê û wiha behsa roja fermanê dike: “DAIŞ’ê ji sê aliyan ve bi ser gund de girt, teqrîben bi 35 wesayîtan hatin. Bi doçka û hewanan dest bi êrişa li ser gund kirin, me jî xwe bi çek kir û amadekariya şer û berxwedanê kir. Di saetên nîvro de şer dest pê kir, heya roja din danê sibehê berdewam kir.”

‘PDK REVIYA, DAIŞ’Ê KOMKUJÎ PÊK ANÎ’

Şêniyên Sîba Şêx Xidirê bi çekên sivik heta ji dest tê li ber xwe didin, lê piştî ku pêşmergeyên PDK’ê pişta xwe didin wan û diçin, êdî nikarin bi çekên sivik parastina xwe bikin û neçar dimînin ji gund derkevin. Kemal Îsa derketina ji gund wiha bi bîr tîne: “Êdî hêza me jî nema, kes li gund jî nema. Wesayîteke DAIŞ’ê ya bidoçka, pêşî li gel girtibû. Bi doçkayê gule reşandin ser gel. Her kî dixwest ji gund derkeve, gule lê direşandin.”

Kemal Îsa destnîşan kir ku DAIŞ’ê rê neda ku gundî ji gund derkevin û bi domdarî gule direşandin. Bi dehan kes şehîd ketin ku niha li wê deverê 2 gorên komî hene. Kemal Îsa der barê gorên komî de jî van agahiyan dide: “2 gorên komî jî di Geraca Sîbayê de hene, gel nedizanî ku DAIŞ’ê ew der girtiye û rê biriye, dihatin û li wir dihatin kuştin. DAIŞ’ê seytere danîbûn, disekinandin û dikuştin. Di nava wan gorên komî de çend kes hene, em nizanin.”

DAIŞ, ne tenê bi gulebaranê, bi rêbazên din jî komkujiyan dike. Li gorî agahiyên Kemal Îsa, DAIŞ’ê bi sêdaran gelek kes darve kirin.

‘QENCIYÊN GELÊ ROJAVA NAYÊN JIBÎRKIRIN’

Kemal Îsa û malbata wî, di bin gulebarana DAIŞ’ê de xwe ji gund rizgar dikin û berê xwe didin Sikêniyê, ji wir jî berdewam dikin heta xwe digihînin Kersê. Wê deme, hêzên Rojava jî digihêjin hawara wan û ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve korîdor tê vekirin. Kemal Îsa tevî malbata xwe derbasî Rojava dibe.

Kemal Îsa alîkariya gelê Rojava jî wiha tîne ser ziman: “Li wir, gel texsîr nekir, qenciya wan nayê jibîrkirin. Civaka êzidî ne qenciyê ji bîr dike, ne xirabiyê. Em 3 salan li Rojava man, her roj 3 gundan xwarinê çêdikir ji bo Kampa Newrozê ku gelê ji Şengalê koçber bûye, tê de dima.”

Piştî Şengal tê rizgarkirin, Kemal Îsa jî biryara vegerê dide. 3 salan li Xanesorê dimîne û ev 2 sal e jî vegeriyaye Sîba Şêx Xidirê.

‘BILA JENOSÎD WERE NASKIRIN Û SÛCBAR WERIN DADGEHKIRIN’

Kemal Îsa, ji bo fermana 2014’an dibêje: “Ev qirkirina civakî bû, dixwestin ji êzidiyan tu kes nemîne. Kesî negot êzidî civak û oleke qedîm in. Em jî heqê xwe ji Xwedê dixwazin.”

Ruxmî ku 8 sal di ser fermanê re derbas bûne, Iraqê fermana 2014’an wek jenosîd nas nekiriye. Kemal Îsa balê dikişîne ser vê rastiyê û bi vê bangewaziyê dawî li gotinên xwe tîne: “Dewletên Ewropayê jenosîda êzidiyan nas kir, me divê parlamentoya Iraqê jî jenosîdê qebûl bike. Lazim e kesên ev qirkirin kiriye, werin dadgehkirin, wan bibin Laheyê, bi heqê xwe werin cezakirin da ku careke din li ser êzidiyan û gelên din qirkirinê nekin.”

ANHA