Li Kobanê 60 kes tev li perwerdeya destwerdanên lezgîn bûn

Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ragihandiye, 60 kesên ku piraniya wan ciwan in li 3 navendên tenduristiyê yên kantona Kobanê tev li dewreyên destwerdanên lezgîn bûn.

Li Kobanê 60 kes tev li perwerdeya destwerdanên lezgîn bûn
31 tîrmeh, 2022   10:23
KOBANÊ

Rojek piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihandi, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 7'ê Tîrmehê de biryarnameya hejmar /7/ derxis, tê de bang li welatiyan kir ku tev li perwerdeyên hemşîretî û destwerdana lezgîn bibin.

Desteya Tenduristiyê her wiha ragihand ku hemû nexweşxane, klînîk navendên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne ku kesên dixwazin tev li van dewreyan bibin, pêşwazî bikin.

Li ser banga Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo perwerdekirina gel li ser destwerdana lezgîn, Rêveberiya Nexweşxaneya Emel a bajarê Kobanê li ser hesabê xwe yê Facebookê vekirina dewreyeke perwerdeyê ragihand û dest bi pêwşazîkirina kesên ku dixwazin tev li van dewreyan bibin, kir.

Rêveberiya Nexweşxaneya Heyat a navçeya Sirînê jî li ser banga Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Heyva Sor a Kurd a Kantona Kobanê, vekirina dewreyeke perwerdeyê ya destwerdana lezgîn ragihand.

Piştî temambûna hejmara kesên tev li dewreyê bibin, li gorî rêveberên navendên navborî, li Nexweşxaneya Heyat, Nexweşxaneya Emel û Heyva Sor a Kurd li kantona Kobanê 20 kes, bi giştî nêzîkî 60 kes tev li dewreyan bûn û îro yekemîn rojên perwerdeyê bû.

TÊKOŞÎNA LI GORÎ RÊGEZÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Ebdulah Elî ku li Nexweşxaneya Emal tev li perwerdeya destewredanên lezgîn bûye, piştrast kir ku ew di çarçoveya rewşa awarte de beşdarî vê dewreyê bûye.

Elî amaje bi wê yekê jî kir ku di rewşên awarte, êriş, teqîn û rewşên din de, di çarçoveya rewşa awarte de ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, ew amade ne bi dildarî kar bikin.

Ebdullah Elî bang li her kesê kir ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, dest bidin hev da ku qonaxa heyî derbas bikin û êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê vala derxînin. Her wiha bang li hemû ciwanan kir ku tev li van dewreyan bibin û di nava têkoşîn û xebatê de cih bigirin.

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Mahir Elî jî got ku wî bersiva banga Rêveberiya Xweser a ji bo tevlîbûna dewreyên destwerdana lezgîn daye da ku karibe mirovan rizgar bike û di rewşên awarte de amade be.

Mahir Elî her wiha destnîşan kir ku ciwan amade ne li dijî dagirkeriyê û êrişên muhtemel, rola ku dikeve ser milê wan bînin cih û bang li welatiyan kir ku li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî tevbigerin.

 

ANHA