​​​​​​​Şêninyên herêmê: Çeka herî xurt a li hemberî êrişan rêxistin e

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bersiva herî xurt a li hemberî xeterî û êrişên heyî, birêxistinkirina civakê li ser bingeha rêgezên şerê gel ê şoreşgerî ye. Welatiyan anîn ziman ku Rûsya û Amerîka berpirsên sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê ne.

​​​​​​​Şêninyên herêmê: Çeka herî xurt a li hemberî êrişan rêxistin e
31 tîrmeh, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, hewl dide niştecihan bitirsîne û xaka wan dagir bike. Li ser vê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Tîrmehê li tevahiya herêmê rewşa awarte ragihand.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ku li hemberî sînorê Tirkiyê ye diyar kirin ku ew dev ji axa xwe bernadin û amade ne wê biparêzin.

/kr/uploads/files/2022/07/30/185825_-_2.webp

 Welatiyê bi navê Nesîm Mûrad got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan şerê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û piştî binketina hevalbendên wê DAIŞ`ê bi xwe dest bi êrişan kir. Îro jî hewl dide rûbereke din a xaka herêmê dagirk bike, lewma divê li gorî rewşa awaret tedbîr werin girtin û civakê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike."

Mûrad diyar kir ku li dijî êrişan baştirîn bersiv, birêxistinkirina civakê ye.

/kr/uploads/files/2022/07/30/190054_-.webp

Her wiha welatiyê bi navê Hesen Mihemed anî ziman ku divê civak di hemû waran de xwe bi rêxistin bike û piştgiriya hêzên leşkerî bike. Hesen Mihemed destnîşan kir ku bi birêxistinkirinê dikarin li dijî hemû çekên pêşketî bisekinin û wê têk bibin.

/kr/uploads/files/2022/07/30/185859_-_1.webp

Welatiyê bi navê Xelîl Şindî jî banga rewşa awarte bi cih anî û tev li Komîteya Parastinê bû têkildarî mijarê got: "Gava herî girîng a mîsogerkirina serkeftinê ew e ku mirov xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşger bi rêxistin bike. Birêxistinkirin û amadekarî erkê her kesî ye da ku destkeftiyên hatine bidestxistin, werin parastin."

/kr/uploads/files/2022/07/30/190134_-.webp

Endama rêveber a Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Bûşra Xelîl axivî û diyar kir ku wan komîteyên rewşa awarte ava kirin û li gorî van komîteyan xwe bi rêxistin kirin, ji wan Komîteya Parastina Jinan e ku tê de jin li ser bikaranîna çekê têne perwerdekirin. Her wiha Komîteya Lojîstîkê ku xwarinê ji şervanan re amade dike, Komîteya Birxêstinkirina civakê û Perwerdekirina wê û Komîteya Tenduristiyê.

Bûşra Xelîl di dawiyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike ku êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin û serkeftinê mîsoger bikin.

Bi mijarê ve girêdayî şêniyên herêmên ku rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarandikin anîn ziman ku ew amade ne li ber xwe bidin. Her wiha gotin, Rûsya û Amerîka berpirsên van êrişan e.

/kr/uploads/files/2022/07/30/185809_.webp

Welatiyê bi navê Welîd Şakir ê ji navçeya Til Temirê ev yek destnîşan kir: "Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Til Temir û gundewarê wê, ji dema herêma Serêkaniyê sala 2019`an dagir kirine ve, berdewam in. Armanc jî ew dixwaze em koçber bibin."

Şakir diyar kir ku dagirkera Tirk rasterast wan hedef digire û zarok û jinan topbaran dike û wiha got, gelo çi gunehê wan kesan e ku vê azarê tehemul bikin? Lê ruxmî vê ew ê ji xaka xwe dernekevin.

/kr/uploads/files/2022/07/30/190159_-.webp

Welatiyê bi navê Îbrahîm Baravî yê ji heman navçeyê helwesta navneteweyî ya têkildarî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Ruxmî ku baregeha Rûsya li navçeyê heye, lê artêşa Tirk her tim li ber çavên her kesî bi balafiran êriş dik. Rûsya û Amerîka mîna temaşevan li van êrişan temaşe dikin û tiştekî nakin."

Baravî girîngiya girêdana bi xakê ve dûrktina ji berjewendiyên hêzên destwerdana aloziyê Sûriyê kirine destnîşan kir û got“Divê ev hêz, hesabên û berjewendiyên xwe dûrî Sûriyê pêk bînin.”

/kr/uploads/files/2022/07/30/190112_-.webp

Welatiyê bi navê Behzad Sîno destnîşan kir ku herêmên wan ên herî ewle ne, ji ber ku dagirker bi wê re hewl dide wan topbaran bike, niştecihan koçber bike û qada dagirkeriyê berfireh bike.

Sîno Rûsya û Amerîka berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagiker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir û got: "Li ser van sûcan hesab ji Tirkiyê naxwazin û ev ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) cihê şermezariyê ye."

/kr/uploads/files/2022/07/30/190034_.webp

Şêniyên bajarê Hesekê jî li dijî êrişên dewleta Tirk amadekariya xwe ya parastina xakê û rakirina çekan destnîşan kir. Ji wan welatiya bi navê Xedîcê Ehmed a ji pêkhateya Ereb e êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Armanca ji van êrişan parçekirina gelê herêmê û xerabkirina hevgirtina civakî ya di bin banê sîstema Rêveberiya Xweser de ya di navbera pêkhateyan de ye. Ger hewce kir ku ji biçûk heta mezin çekê rakin û bi hemû hêza xwe destekê bidin hêzên leşkerî û ewlehî.”

/kr/uploads/files/2022/07/30/190010_.webp

Welatiyê bi navê Azad Hec Mihemed sedema gefên vê dawiyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da xuyakirin û wiha dewam kir: "Bi van gefan hewl dide rûbereke mezin a erdnîgariya Sûriyê dagir bike û bi sedsaliya peymana Lozanê re bi ser xaka Tirkiyê zêde bike."

Hec Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe bi awayekî eşkere komkujiyan li dijî gel pêk tîne, ev jî tê wateya li ser berjewendiyan lihevkirineke navneteweyî heye. Hec Mihemed destnîşan kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin û berdêl çi be jî gavan paşde navêjin, ji ber ku armanca wan rizgarkirina herêmên xwe ji dagirkeriya Tirk e.

/kr/uploads/files/2022/07/30/185840_-large.webp

Ji pêkhateya Ermen a li Hesekê welatiya bi navê Losnak Kaforyan axivî û anî ziman ku li hemberî herêmên wan her kesî li ser berjewendiyan li hev kirine, mînaka wê jî artêşa Tirk navçeyên Zirgan û Til Temir topbaran dike û li pêşberî çavên hêzên Rûsya jin û zarok dike hedef.

Losnak Kaforyan destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk û planên wê diyar in ku ew jî dagirkirin û parçekirina Sûriyê ye û wiha dewam kir: "Her wiha bi pêkanîna komkujiyan re hewl dide gelê herêmê qir bike, mîna beriya niha li dijî gel Ermen û Suryan komkujî pêk aniye, lê vê carê em ê li kêleka hêzên leşkerî û ewlehî li dijî dagirkeran bisekinin."

Losnak Kaforyan di dawiyê de got: "Em li ser bingeha şerê demdirêj xwe bi rêxistin dikin ku destekê bidin hêzan, ji van amadekariyan perwerdekirina li ser çekê û dewreyên destwerdanên lezgîn."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ss1ZmcvtP5Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>