ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2022
30 tîrmeh, 2022   23:00

-Ji bo şermezarkirina qetilkirina her sê fermandarên QSD û YPJ'ê Jiyan Tohildan, Roj Xabûr û Barîn Botan, tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin. Meş ji çerxerêya Şerq dest pê dike û Pekrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo bi dawî dibe, saet 17:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi pêşengiya Kongra Star şêniyên kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li navçeya Dirbêsiyê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdê QSD'ê Ehmed Esed El-Hemîd li goristana şehîdan vedişêrin, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê Sîhanok Dîbo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva banga çeteyên DAIŞ’ê dide ku bi dawî nebe û got: "Girtina qada hewayî ya herêmê dê şansê pêkanîna aştiyeke mayînde li Sûriyê zêde bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tabûra Şehîd Şiyar anku Tabûra 5`an çîroka berxwedana deh salan e ku lehengên wê welatiyên ji pêkhate û temenên cuda ne. Fermandarên tabûrê diyar kirin ku endamên vê tabûrê çek rakir û li hember xeteriyên li ser herêmê û şêniyên wê bûn bendeke asê. Bi vî awayî yek ji girîntirîn wêneyên şerê gel ê şoreşgerî nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- DAIŞ’ê, ji bo ku berxwedana Sîba Şêx Xidirê bişikîne li gund sêdar danîn, bi doçkayan gund gulebaran kir. 4 gorên komî li gund hene û banga Sîbayê li cîhanê ev e; “Divê parlamentoya Iraqê jenosîdê qebûl bike û kesên ev qirkirin kiriye jî, li Laheyê werin dadgehkirin ku careke din êzidiyan û gelên din qir nekin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bersiva herî xurt a li hemberî xeterî û êrişên heyî, birêxistinkirina civakê li ser bingeha rêgezên şerê gel ê şoreşgerî ye. Welatiyan anîn ziman ku Rûsya û Amerîka berpirsên sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Siyasetmedar Burhan Raûf diyar kir ku nakokiyên di navbera hêzên iraqî de rê li ber hêzên navneteweyî û derve, di serî de dewleta Tirk vekir ku xaka Iraq ji bo xwe rewa bikin û rojane xaka wê bin pê bikin. Raûf destnîşan kir ku berteka gel a Iraqê hikumet neçar ku tedbîran li dijî Tirkiyê bigire. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Piştî şerên dijwar ên li bajarê Siweydayê yên di navbera komên xwecihî û hêzên girêdayî hikumeta Şamê de, komên xwecihî, gelek baregehên hêzên El-Fecir kontrol kirin. Li Iraqê jî, Çarçoveya Hemahengî bi namzetiya serokatiya hikumeta Iraqê israr dike û ev destnîşan dike ku çarçoveyê xeta zêdekirina nakokiyê bi Sedr re pejirandiye.

ANHA