Sîhanok Dîbo: Girtina qada hewayî gava destpêkê ya çareseriyeke mayînde ji aloziyê re ye

Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê Sîhanok Dîbo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva banga çeteyên DAIŞ’ê dide ku bi dawî nebe û got: "Girtina qada hewayî ya herêmê dê şansê pêkanîna aştiyeke mayînde li Sûriyê zêde bike."

Sîhanok Dîbo: Girtina qada hewayî gava destpêkê ya çareseriyeke mayînde ji aloziyê re ye
30 tîrmeh, 2022   23:38
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Bi civînên Madrîd û Tehranê re asta gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn û di aliyê pratîkî de êrişên dijwar li dijî navçeyên Til Temir, Zirganê û Eyn Îsayê, kantona Şeheba û navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê ya dagirkirî pêk anîn.

'TİRKİYÊ XEBATA SİYASÎ YA Lİ SÛRİYÊ GIRÊKTIR DİKE'

Girêdayî mijarê, endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ne nû ne, lê berdewam in û ji destpêka krîza Sûriyê ve gelek bandor û wêranî li dijî hemû herêmê bi taybet li dijî Sûriyê pêk anî û wiha got: "Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e û hin herêmên Sûriyê dagir kirin. Ev cara 4’an e ku gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe."

Dîbo bal kişand ser xeteriyên gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Sûriyê bi giştî û wiha domand: "Bê guman ev gef li ser hundir û rewşa Sûriyê, her wiha li ser tevahî herêmê û cîhanê xeteriyên mezin in. Destwerdanên dewleta Tirk di hûrgiliyên xebata siyasî ya Sûriyê de, rewşa dagirkeriyê û guhartina demografîk û gelek mijarên din bi hewldana endazyarkirina herêmên dagirkirî ne û rêveçûna xebata siyasî ya li Sûriyê girêktir dikin."

‛DEWLETA TIRK JI DEWLETA HERÎ ZÊDE PLANÊN WÊ YÊN QIRÊJ LI DIJÎ HERÊMÊ HENE’

Dîbo da zanîn ku gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa Tirkiyê û krîza wê ya hundirîn ên di hemû aliyên siyasî, aborî û civakî de qut nebûne û wiha pê de çû: "Îro dewleta Tirk di têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî de azaran dikişîne û ji dewletên herî zêde planên wê yên qirêj li dijî herêmê hene, her wiha berjewendiyên wê yên berfirehkirinê ji Mîsaqî Millî dest pê dikin ku bi wê re dixwaze desthilata Osmanî ya têkçûyî vejîne."

Li ser armancên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîbo ev tişt anî ziman: "Di nava vê atmosfêrê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) mîna sembolekê li dijî terorê û jêdera îstîqrarê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê, derket. Ji ber wê dewleta Tirk hewl dide derbeyan li Rêveberiya Xweser, hêzên wê yên leşkerî û QSD’ê bide. Lê ev yek xala bingehîn a bersivdana banga DAIŞ’ê ye ku bi dawî nebe. Ji ber ku DAIŞ amûra wê ya pêkanîna berjewendiyan e."

'Jİ BO RİZGARKİRİNA HERÊMÊ DAGİRKİRÎ DİVÊ GAVÊN CİDÎ BÊN AVÊTİN'

Têkildarî rewşa awarte ku Rêveberiya Xweser li hemberî dagirkeriyê ragihandiye Dîbo wiha got: "Ji ber van xeteriyan Rêveberiya Xweser dît ku pêwîste rewşa awarte û serferberiya giştî li herêmên xwe  ragihîne. Li vir em dibêjin ku divê hemû saziyên Rêveberiya Xweser, pêkhate û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva vê yekê bidin û xwe ji bo têkbirina armanc û planên dagirkeriyê re amade bikin û ber bi gavên cidîtir ve biçin ku herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Sîhanok Dîbo ev tişt got: "Di rewşa em tê de dijîn de, dibînin ku gava herî baş ew e ku divê civata navneteweyî pêk bîne qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire. Heke ev yek kete pratîkê dê dibe destpêka çareseriya mayînde ji krîza Sûriyê re û dûre derbeyên mezin li DAIŞ’ê bên dayîn û bi temamî were têkbirin, wê demê dê modela Rêveberiya Xweser bibe modelek niştimanî li gelemperiya Sûriyê."

‛GIRTINA QADA HEWAYÎ DÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI TEVAHÎ HERÊMÊ BIKE’

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Sîhanok Dîbo di dawiyê de îşaret pê kir ku girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandoreke erênî li gelemperiya herêmê bike, ewlehî û îstîqrarê li herêmê li hember planên dewleta Tirk û tevahî projeyên herêmî yên li dijî herêmên Rojhilata Navîn geş bike.

Partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28’ê Hezîrana borî de bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û Rûsya kiribû ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin, her wiha bang li gelê li hundir kiribû ku çalakiyan li dar bikin da ku zext li dewleta Tirk were kirin û hesab jê were xwestin..

 (fr)

ANHA