​​​​​​​MSD'ê piştgirî da tevgera gel a li Siweydayê

MSD`ê piştgiriya xwe bi tevgera gel a li parêzgeha Siwedayê re nîşan da û got: “Her tevgereke protestoyî li herêmên desthilatê, zemîna firehbûna çalakiyan li herêmên din ên di bin kontrolê de ava dike. Ev yek ji bo guhertina siyasetên zordestiyê yên navendî dibe alîkar.”

​​​​​​​MSD'ê piştgirî da tevgera gel a li Siweydayê
30 tîrmeh, 2022   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyanyekê piştgiriya xwe bi xwepêşandanên gel ên li parêzgeha Siweyda ya başûrê Sûriyê li dar ketine, rave kir û got: “Tevgereke redker ya mafdar bi dirûşma 'Em dixwazin bi rûmet bijî', li Siweyda li dar ket. Ev tevger bersiva alozbûna rewşa piraniya welatiyan e.”

Dauxyanî wiha ye:

 “Bûyerên di vê dawiyê de li Siweyda rû dane, îsbat kir ku rastiya gelê şoreşger dê ya herî hêja be ku rave bike û guhertinê pêk bîne. Ruxmî siyasetên çewisandin û zordestiyê, ev yek hêza yekane ye ku çarenûsa wê mayîna ji bo heqî û rûmetê ye. Tevlêbûna serokên rohanî û endamên oposîzyona nîştimanî, Rîcal El-Kerame, berdewamkirin û pêşxistinê rave dike heta ku faktorên armanca wê nekevin bin bandora texrîbê û di encamê de hewldanên wan bi bin kevin. Hebûna wan rêveberan ku li hember îdia, siyasetên dijberên guhertina demokratîk derdikevin, pêwîstiyeke bilez e da ku ev tevger ji armanca xwe dûr nekeve.

Bûyerên li Siweyda rû didin, tevgereke redker a mafdar e ku dirûşma wê 'Em dixwazin bi rûmet bijîn' w. Heke dubare bibe, ew bersiva alozbûna rewşa karesatî ya piraniya sûriyan e. Ne tenê daxwazên aborî û jiyanî ne lê belê sedemeke tevgerê ye. Ew têgihiştina rola desthilata Sûriyê di hemû pirsgirêkan de ye. Alternatîfek ji bo bidawîkriina zordestiyê, avakirina pergaleke demokratîk, dewleta qanûnê, sazî, dewleta hemwelatîbûnê ye. Ew têgihiştina pêkhateyên Sûriyê ye ku bi awayekî rast tev li desthilatê bibin li şûna ku bên dûrxistin û paşguhkirin. Li şûna sloganên li ser parastina kêmneteweyan ku pêwîstiya wan bi parastinê tune ye lê belê hemwelatîbûneke giştî hebe. Rola welatî ne li gorî nasnameya wan a netewî yan jî olî be. Lê belê li ser çalakbûna endamtiyê, qîmeta tevlêbûnê û naskirina destûrî ya giştî ya hemû mafên pêkhateyan e.

Her çalakiyeke protestoyî li herêmên desthilatê, rê vedike ku ev yek li herêmên din jî belav bibe. Di guhertina siyasetan û têkbirina siyasetên zordest ên navendî de alîkarî dike. Rawestan bê pêkanîna armanca xwepêşandanan, dibe hevsengiyê berovajî bike. Ji ber wê divê ev çalakî berdewam bike, wek pêwstiyekê ji bo pêkanîna gava din a dersînorkirina saziyên ewlehiyê û rawestandina mudaxeleyên wê di jiyana mirovan de û pêkanîna çewisandinê. Her wiha wesîleya serkeftina gava duyemîn, birêxistinkirina rêveberiya jiyanê û çavkaniyan e. Helbet yekitiya şêniyan û xwedîderketina wan li nûnerên xwecih ên şoreşger e ku heta îro îsbat kirin ku xîret û wêrek in û amade ne gel û welatê xwe biparêzin.

Em MSD'ê piştgiriya xwe bi gelê xwe yê li Siweyda û daxwazên wan ên parastina yekitiya welêt û serdestiya pêkhateyên wê û hemû pêkhateyên Sûriyê radighînin, ku xwe bi xwe bi rêya rêveberiyên xwe yên xweser birêve bibin ku endamtiya sûrî û nasnameya nîştimanî ber bi Sûriyeya demokratîk a nenavendî ve pêk tîne.”

(şx)

ANHA