Dagirkeran li Til Temirê du kes birîndar kirin

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundewarê Til Temirê de du kes birîndar bûn.

Dagirkeran li Til Temirê du kes birîndar kirin
30 tîrmeh, 2022   18:03
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên  Um El-Xêr û Selmasa yên başûrê rojavayê navenda navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Di encamê de keça bi navê Macîda Xidir El-Bêbî (16) û birayê wê Hatim (24) birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Her wiha ziyan gihiştin malên welatiyan.

ANHA