Civîna parlementoya Iraqê ji bo demeke nediyar hat paşxistin

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî civîna parlementoyê ji bo demek nediyar paşxist. Helbûsî bang li fermandarê giştî yê hêzên çekar kir ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyan û xwepêşanderan bigre.

Civîna parlementoya Iraqê ji bo demeke nediyar hat paşxistin
30 tîrmeh, 2022   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî piştî xwepêşandanên îro yên li Bexdayê ku xwepêşander derbasî nava avahiya parlementoyê bûn, daxuyaniyek nivîskî da.

Mihemed Helbûsî di daxuyaniyê de diyar kir: “Iraq di qonaxek zehmet û hestiyar re derbas dibe, pêwîst e em hemû li ser xwe hakim bin. Berpirsyartiya nîştimanî û dilsozane nîşan bidîn” .

Her wiha Helbûsî di beşek din a daxuyaniya xwe de eşkere kir wan li madeya 62 a yasaya parlementoyê û madeya 34 a rêziknameya navxwe ya parlementoyê de biryar daye civîna parlementoyê ji bo demek nediyar were paşxistin.

Helbûsî bang li fermandarê giştî yê hêzên çekdar kir ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyan û xwepêşanderan bigre.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî bang li aliyên siyasî jî kir ku bi lez ji bo çareseriya pirsgirêkan bicivin û diyalogek neteweyî pêkbînin.