Pêşbirka ‘Nivîskarên Pêşerojê’ dest pê kir

Qonaxa 1’emîn a dewreya sêyemîn ji Pêşbirka "Nivîskarên Pêşerojê" ku Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li dar xistiye bi beşdariya 57 zarokên ji Qamişloyê dest pê kir.

Pêşbirka ‘Nivîskarên Pêşerojê’ dest pê kir
30 tîrmeh, 2022   11:47
QAMIŞLO ‎

Bi armanca pêşxistina behreyên xwendin û nivîsînê li gel zarokan û vedîtina behreyên wan ên wêjeyî, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê pêşbirka ‘Nivîskarên Pêşerojê’ li dar xist. ‎Cara yekemîn pêşbirk sala 2020'an hat lidarxistin. ‎

Pêşbirk li ser asta herêma Cizîrê tê organîzekirin û ji beşan pêk tê, ya yekemîn; zarokên ji 10 salî heta 14 saliyê ne û ya duyemîn jî zarokên ji 15 salî heta 18 saliyê ne û bi zimanên kurdî û erebî beşdar dibin.

‎

Pêşbirk ji 3 merheleyan pêk tê; testa devkî, kurtkirina pirtûkeke hatiye xwendin, nivîsandina deqekê û pêşkêşirina ji komîteyê re.

Îro qonaxa 1’emin a dewreya sêyemîn a 2022’yan dest pê kir, ew jî xwendina naveroka pirtûka pêşniyarkirî ye. Pêşbirk li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê tê lidarxistin. ‎

Li gorî komîteya amedekar a pêşbirkê, qoxana duyemîn dê di 8'ê Tebaxê de û ya sêyemîn di ‎‎17'ê Tebaxê de dest pê bike û di 27'ê Tebaxê de dê xelat werin belavkirin.‎

‏(dm)

ANHA