Li Tebqayê civînek ji malbatên şehîdan re hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê civînek ji malbatên şehîdan re li dar xist û geşedanên dawî yên siyasî nirxandin.

Li Tebqayê civînek ji malbatên şehîdan re hat lidarxistin
30 tîrmeh, 2022   13:21
TEBQA

Şêwirmendê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqa Cahîd Hesen, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, hevser û dayikên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl û Meclisa Leşkerî li hewşa Goristana Şehîdên Tebqayê kom bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqa Zîlan El-Omer bixêrhatina beşdaran kir. Şêwirmendê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqa Cahîd Hesen geşedanên dawî yên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn nirxandin.

Hesen têkildarî mijarê wiha axivî: "Dewleta Tirk bi hinceta parastina sînorê xwe, gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tola çeteyên DAIŞ`ê radike."

Cahîd Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker Carablus, Ezaz, Efrîn, Bab, Idlib, Girê Spî dagir kirine û Serêkaniyê ji çeteyên DAIŞ`ê re veguherandiye cihên ewle ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û Osmaniya nû ava bike.

Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştevana yekemîn a çeteyên DAIŞ`ê û hemû çeteyên pê ve girêdayî ye û wiha dewam kir: "Li gorî belgeyan hevgirtina wê bi van çeteyan re hate diyarkirin ku xizmeta berjewendiyên wê dike û di dema hewcedariyê de wan bi kar tîne."

Cahîd Hesen ev tişt got: "Êdî armanca dewleta Tirk diyar e, ew jî dagirkirina rûbereke mezin ji xaka Sûriyê ye ku pê re jî împaratoriya Osmanî zindî bike. Her wiha da ku Erdogan bi vê yekê li pêşberî gelê xwe giraniya xwe biparêze, ji ber ku di refrandoma dawî de giraniya xwe winda kiribû."

Hesen anî ziman ku çiqasî dewleta Tirk êrişî herêmên wan bike jî ewqasi ew ê li ber xwe bidin û di oxira welatekî azad de ew ê şehîdan bidin.  Her wiha got, QSD`ê hemû tedbîr girtine ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Minbic û Til Rifetê li ber xwe bidin.

Cahîd Hesen îşaret bi peymanên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kir û ev tişt anî ziman: "Hebûna artêşa Sûriyê li herêmê parastina sînor e û nehêle dijmin nêzîk bibe, ne ku Rêveberiya Xweser herêma radestî hikumeta Şamê bike."

Di dawiyê de Cahîd Hesen bang li malbatên şehîdan û hemû gelan kir ku hevgirtina xwe ava bikin da ku dawî li vê aloziyê bînin û dagirkeran ji xaka Sûriyê derxin.

(eh)

ANHA