Bîlançoya qurbaniyên kareseta lehiyê li Îran giran dibe

Rêveberê Heyva Sor a Îranê da zanîn ku ji ber karesata lêhiyê ku çend roj in li navçeyên cuda yên Îranê dewam dike, het niha 53 kes jiyana xwe ji dest daye, 16 kes jî winda ne û li 100 bajarokan hatin û çûyîn asteng bûye.

Bîlançoya qurbaniyên kareseta lehiyê li Îran giran dibe
30 tîrmeh, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Heyva Sor a Îranê Mehdî Welî Pur ji medyaya Îranê re bi daxuyaniyekê bîlançoya herî dawî ya encamên kareseta lêhiyê ragihand.

Mehdî Welî Purd got: “Di encama lêhiya ku çend roj in li gelek navçeyên Îranê rabûyî de heta niha 53 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 kes winda ne. Her wiha li 100 bajarokan hatin û çûyîn asteng bûye.”

Hêjayî gotinê ye ku çend roj in ji ber barîna barana zêde li gelek navçثyên Îranê lehî rabûye û di encamê de hêjmareke zêde ya windahiyên canî û madî bi xwe re aniye.