​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li ser medyayê hemleya sorkirina li dijî penaberên Sûriyê yên li Lubnanê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa rewşa penaberên ji Sûriyê yên li Lubnanê, xitimîna rewşa siyasî ya li Iraqê û agirbesta li Yemenê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li ser medyayê hemleya sorkirina li dijî penaberên Sûriyê yên li Lubnanê
30 tîrmeh, 2022   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI LUBNANÊ HEMLEYA SORKIRINA LI DJIÎ SÛRIYAN DIBE ROJEVA MEDYAYÊ’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El-Ereb nivîsî: “Li ser malperên medyaya civakî ji herêma Birc Hemûd ê qezaya Metin a parêzgeha Cebel Lubnan dîmenek belav bû û bû mijara nîqaşê. Tê de xuya dibe ku penaberekî sûrî tûrekî nan bi dest xistiye, ji ber wê, hin welatiyên Lubnanê li nîvê kolanê pê digirin û lê didin.

Yek ji wan jî bi çoyekî lê dide, yê din jî lingê xwe datîne ser serê wî. Welatiyekî din jî hewl dide penaberê sûrî ji nav lepên wan xilas bike, lê ew jî rastî lêdanê tê.

Ev bûyer li nêzî navenda polîsan a li Birc Hemûd pêk hat û endamên navendê tenê li bûyerê temaşe dikir.

Li gel aloziya li welat, di çend rojên derbasbûyî de hin welatiyên Lubnanê li ser medyayê banga lêdana penaberên ji Sûriyê yên nan bi dest dixin, kiribû.

Hinekan penaberên ji Sûriyê wek sedema aloziya nan û dîtin.

Hin kesan bi bihaneya rewşa aborî ya xirab a Lubnanê li ser medyaya civakî banga “qewitandina sûriyan û vegerandina wan li welatê wan” kir.

Di Hezîrana borî de bi fermî gef hatibû xwarin ku heke civata navneteweyî vegera penaberan bo Sûriyê ewle neke, dê wan vegerînin. Ji wê demê de hemleya li dijî penaberên ji Sûriyê zêde bû.

Li aliyê din, hin çalakvanan hemleya li dijî sûriyan wek nîjadperestî bi nav kir.

Hin çalakvanên sûrî jî îşaret bi şerê Tîrmeha 2006`an kir; dema ku bi hezaran lubnanî koçî Sûriyê bûn û welatiyên Sûriyê ew pêşwazî kirin û deriyên xwe ji wan re vekirin û gotin: “Ji ber ku şerê 2006`an careke din vedigere, dîmenan di mêjiyê xwe de qeyd bikin û ji bîr nekin.”

Aktîvîst, ji ber daxuyaniyên ku tu soza parastina penabaran ji tundiyê tê de tune ne, dewleta Lubnanê bi desteka hemleya sorkirinê tawanbar dikin.”

‘KURD Û SUNNÎ HEWL DIDIN RÛNIŞTINA HILBIJARTINA SEROKKOMAR ASTENG BIKIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsand: “Serokê Hevbendiya Siyade ya sunnî Xemîs El-Xencer rêveberiyên Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe agahdar kirin ku ew û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî, dê tev şemiyê tev li rûniştina parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomar nebin.

Çarçoveya Hemahengiyê jî biryar dabû ku dê tîmeke dan û standinan ava bikin da ku bi hemû aliyên siyasî re der barê avakirina hikumetê û berdewamkirina xebatên destûrê de nîqaş bikin. Çarçoveya Hemahengiyê roja pêncşemê piştî civîneke xwe daxuyanî da û got: “Piştî rêzecivînên berdewam ji bo şêwirên siyasî yên Iraqê, tîmeke dan û standinan bi hemû hêzên siyasî re hat avakirin.”

Serokê Tevgera El-Hikume û serokê komîteya hilbijartinan navên bernamzetên serokwezîriyê Emar El-Hekîm jî got Çarçoveya Hemahengiyê di hilbjiartina Mihemed Şiya El-Sûdanî ji bo serokwezîriyê de, bi israr e.

Her du aliyên kurdî jî hîna li ser yek namzetî ji bo peywira serokkomar li hev nekiriye. Li gel wê Hevbendiya Siyade û PDK`ê amajeyê bi sêyeka astengkirinê dikin ku armanc jê astengkirina rûniştina hilbijartina serokkomar e ku Çarçoveya Hemahengiyê plana lidarxistina wê dike. Hilbijartina serokkomar bi amadebûna sêyeka endamên parlamentoyê pêkan e, ji lew re nebeşdarbûna Hevbendiya Siyade û PDK`ê dê wekî sêyeka astengkirinê be.

Çavdêr vê rewşê wek xwetêwerkirineke xeternak a Kurd û sunniyan dinirxînin ku di dirêjahiya salên borî de xwe neavêtibûn tu şerên şîe-şîeyan.”

‘LI SER DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ LI YEMENÊ LIHEVKIRIN HEYELÊ LI SER DEMA WÊ NAKOKÎ HENE’

Di rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Rêgeha dirêjkirina agirbestê li Yemenê ya bi navbeynkariya NY`yê sêşema bê bi dawî dibe. Lê belê heta niha li ser dema ku divê bê dirêjkirin û dosyayên ku di dema bê de werin nîqaşkirin, lihevkirin çênebûye. Hemwextî wê, nîqaşên der barê avakirina odeyeke operasyonan a hevbeş de dewam dikin ku dê nûnerên koalîsyonê, hikumetê û Hûsiyan tê de cih bigirin da ku çavdêriya agirbestê bê kirin.

Çavkaniyên ji Yemenê û hin çavkaniyên navneteweyî diyar kir ku aliyên Yemenê li ser dirêjkirina agirbestê li hev kiriye û dê sêşema bê qonaxeke nû dest pê bike. Cîgirê berdevkê sekreterê giştî yê NY`yê Ferhan Heq jî ev yek piştrast kiribû.

Niha NY li ser dema dirêjkirina agirbestê dan û standinan dike û pêşniyar kiribû ku li şûna 2 mehan, 6 meh be.”

(cx)