Alîgirên Sedr dîsa daketin qadan

 Xwepêşandanên li Herêma Kesk a paytexta Iraq Bexdayê ji nû ve dest pê kirin. Ligel wê sewqiyatên leşkerî yên artêşê derbasî herêmê bûn. Çavkaniyekî jî got rûniştina parlamantoyê hatiye paşxistin.

Alîgirên Sedr dîsa daketin qadan
30 tîrmeh, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê “WAI”, ligel tedbîrên ewlehiyê yên xurt, xwepêşandêr ber bi Qada Tehrîr û herêmên derdora wê yên nêzî deriyê Herêma Kesk ve herikîn.

Ev tevger piştî du rojan serdegirtina avahiya perlementoyê ya li Herêma Kesk a li navarasta Bexdayê, pêk tên.

Medyaya Iraqê jî wêneyên xwepêşandêrên berê xwe didin qadê şopand. Îro dihat payîn ku palamanto bicive, lê çavkaniyekî ji parlamantoyê ji tora Sumeriyê re got ku rûniştina parlamantoyê hatiye paşxistin.

Roja çarşemê, li dijî hilbijartina Sl-Sûdanî ji bo peywira serokwezîrtiyê xwepêşandêrên alîgirên Şepêla Sedr girtin ser avahiya perlemantoyê ya li Herêma Kesk ku gelek saziyên hikumetê û baylozxanyên biyanî tê de ne.

(dm)