Li Til Temirê ji ber topbaranê welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundewarê bakur û rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dikin. Ji ber topbaranê welatiyek birîndar bû.

Li Til Temirê ji ber topbaranê welatiyek birîndar bû
30 tîrmeh, 2022   06:54
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji saet 3:00`ê berbangê de gundên El-Ebûş, Exêbiş, Tewîla, Um Kêf, Gozeliyê û Til Leben ên girêdayî navçeya Til Temirê, topbaran dikin.

Nûçegihanê me ragihand ku ji ber topbaranê li gundê Um Kêf welatiyek birîndar bû.

(cx)

ANHA