Tirkiyê dîmenê bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî gerîla weşand 

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê dîmenê bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê weşand.

Tirkiyê dîmenê bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî gerîla weşand 
29 tîrmeh, 2022   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Heta niha gelek caran ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ve bi belgeyan bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekî yên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî gerîlayên azadiya bi kar tîne, hatiye eşkerekirin.

Vê carê Wezareta Parastina Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê twitterê bi xwe bi dîmenekê ev sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê îspat kir ku van çekên qedexekirî bi kar tîne.

Li gorî, dîmen leşkerên Tirk ên çûne li ser tûnelekê bi boriyê gazê û rûbotan gazê diberde di nava tûnelê de.

Wezareta Parastina Tirk li gel weşandina dîmen û wêneyan eşkere kiriye ku li herêma operasyona ‘Pence Kilît’ lêgerîna wan berdewam dike.