​​​​​​​Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Bozan re xwest

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê sersaxî dan malbata şervanê QSD'ê Ciwan Bozan ê ku li Girkê Legê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû.

​​​​​​​Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Bozan re xwest
29 tîrmeh, 2022   18:18
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrik herikin bin konê sersaxiyê yê şehîd Ciwan Bozan ku li ber mala wî li navçeya Girkê Legê hat vendan.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ciwan Hesen axivî û got: "Ya ku rêya serkeftinê li pêşiya me vedike girêdana bi fikirê rêber Ocalan û xeta şehîdan ve ye. Em malbatên şehîdan soza xurtkirina têkoşînê û şopandina ramanê rêber Ocalan didin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî sersaxî  ji malbata şehîd re xwest û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gelê Kurd ê Rojava û çiyayê Kurdistanê zêde kirine.

Berekat berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û banga xwedîderketina li xeta şehîdan û xurtkirina têkoşînê kir.

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA