Ji ber lehiya li Îranê 24 kes mirin û 19 jî winda ne

Li herêmên nêzî paytext Tehranê ya Îranê lehî rabû, di nava 2 rojan de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes winda bûn.

Ji ber lehiya li Îranê 24 kes mirin û 19 jî winda ne
29 tîrmeh, 2022   15:30
NAVENDA NUÇEYAN

Heyva Sor a Îranê di daxuyaniya nivîskî ya dayî de wiha got: “Li Gundê Îmamzade Davût a rojava û herêmên Fîrûzkûh, Rûdehen û Demavendê ji ber barîna zêde ya baranê û lehiyan 24 kesan jiyana xwe ji dest da.”

Hate zanîn ku tîmên rizgarker hîna li 19 kesên winda digerin.

Wezîrê Karên Hundir Ahmed Vahîdî ji televîzyona dewletê re axivî. Vahîdî diyar kir ku bi giştî 18 eyalet ji lehiyan bandor bûne. Di nava van de Elbûrz, Mazandaran, Markazî, Îsfahan, Yezd û Tehran hene. Li Yezdê rê û bajarê dîrokî yê UNESCO’yê di bin avê de man.

Li Îran ku di rêjeyek mezin de welatek zuha ye, di 10 salên dawî de ji xeynî hişkahiyên dubare dibin ji ber barîna zêde ya baranê lehî radibin û dibin sedemê gelek ziraran.

Hatibû zanîn ku dawiya hefteyê li eyaleta Farsê ya li başûrê welêt, di encama lehiyan de 22 kesan jiyana xwe ji dest da bû. Di Çileyê de li heman herêmê 8 kes bûbûn qurbanên lehiyê.

Sala 2019’ê ji ber barîna zêde ya baranê li başûrê welat hêrî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest da bû û zêdeyî 2 milyon dolar zirar çêbûbû.