Çarçoveya Hemahengî daxwaza lihevkirinê ji PDK û YNK’ê kir

Çarçoveya Hemahengî ragihand ku hewldanên wan ên ji bo rastkirina proseya siyasî ya li Iraqê berdewame û ji bo namzetiya serokkomariyê daxwaza lihevkirinê ji YNK û PDK’ê kir.

Çarçoveya Hemahengî daxwaza lihevkirinê ji PDK û YNK’ê kir
29 tîrmeh, 2022   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çarçoveya Hemahengî têkildarî rewşa siyasî ya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev çend mehin, hewldanên me yên ji bo rastkirina proseya siyasî li Iraqê berdewame ku berbi rewşek nediyar ve diçû. Em weke Çarçoveya Hemahengî li gel aliyên siyasî yên Iraqê di nava lihevkirinên berdewam de ne.  Ji berî rûniştina Parlamentoya Iraqê, di derbarê serokkomar de, dixwazin tevahiya hêzên siyasî yên nîştimanî ji bo temamkirina prosedorên destûrî yekhelwest bin.”

Çarçoveya Hemahengî daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku têkildarî namzetê Serokkomar lihev bikin û tê gotin ku wê lijneya wan a ji bo guftûgoya li gel aliyên siyasî danûstandin û civînên xwe berdewam bikin, ji bo ku bikarn hêzek zêdetir bi bidin hikûmeta nû were avakirin û bibe xwedî hêza pêkanîna xizmetguzariyan.